Nobeta 'Edaletê' 113 roj in didome: Dozgerê dosyayê guherî 2021-06-29 12:32:37   RIHA - Çalakiya nobeta "edaletê" ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 113'an de berdewam dike. Hat hînbûn dozgerê dosyayê guhertiye.    Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 113'an de berdewam dike. Emîne û Ferît di saetên serê sibehê de çûn ber edliyeyê û xwestin derbasî baxçeyê edliyeyê bibin lê belê polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê destûr nedan Emîne û Ferît derbasî baxçe bibin.    8 dozger hatin guhertin   Emîne û Ferît li ser astengkirina ketina baxçeyê edliyeyê gotin, "Ev bêedaletî ye". Her wiha hat hîn bûn heta niha tevî 3 serdozgeran 8 dozgerên lêpirsîn didan meşandin û li dozê dinihêrtin hatine guhertin.    Malbatê li ser hesabê medyaya xwe ya dîjîtal ev tişt parve kir:"Em bang li dadyar û dozgeran ên edaletê tune dikin, zagonan wekî qeydan dibînin û li gor talîmatan tev digerin, dikin... Dê roj were û edaletê ji bo we jî lazim bibe. Herkes dizane li nexweşxaneyê komkujiyek organîzekirî hat kirin. Em tenê EDALET'ê dixwazin."