Feleknas Uca: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin 2021-06-25 13:07:39   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca di  AKPM’ê de axivî û bal kişand ser temsîliyeta wekhev û got: "Destkeftiya herî mezin a Tevgera Jinên Kurd pergala hevserokatî û hevberdevkî ye. Di her mekanîzmayên HDP’ê de ev pergal heye. Em ê hewl bidin ku destkeftiyên xwe biparêzin."    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, di Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) de mafê axaftinê girt û bal kişand ser temsiliyeta wekhev.    Feleknas, diyar kir ku ji ber pergala serdest di nava civakê de newekheviyek heye û got: "Çend li Ewropayê hejmara temîsiliyeta jinan zêde bûye jî di hêla pêşxistin û afirandina polîtîkayên wekheviyê de paşve mane. Gotinên gelek siyasetmedaran dişibe hişmendiya zihniyeta serdema tarî. Jin û mêr ne wekhevin. Ev zîhniyeta ku jinê di rêza duyem de dibîne hêj ji li gelek qadan nîşaneyên wê hene."    Di cîhana ku ev zîhniyet heyî de jin têkoşîna hebûnê didin meşanidin. Destkeftiya herî mezin a Tevgera Jinên Kurd pergala hevserokatiyê û hevberdevkî ye. Di her mekanîzmayên HDP’ê de ev pergal heye. Bi hevserokatiyê tê armanckirin ku rêvebertî ne tenê karê mêran e, pêşxistina hişmendiyeke hevpar e. Bi meclîsa jinan a xweser û temsîliyeta wekhev em dixwazin jinê ji rewşa dezavantajbûnê rizgar bikin.    Mirov dikare mînaka şoreşa Rojavayê nîşan bide. Jinan di her qadên jiyanê de derket pêş û zîhniyeta bi hezar salan a mêr diguherîne. Tevlîbûna jinan a qada siyasetê ji bo me girîng e û em ê têkoşîna wê yekê bidin. Jin dê her tim têkoşîna xwe ya hembûnê bidomînin. Em ê hewl bidin ku destkeftiyên xwe biparêzin."