Li Mexmûrê koma 95'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-06-25 12:25:48     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, koma 95’an dewir girt. Çalakî 190 roj in didome.     Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 95’an dewir girt û grev 190 roj in didome.    Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 94’an Sedîq Demîr axivî û di serî de pakrewanên meha hezîranê bi bîr anî. Sedîq wiha axivî: "Di dîrokê de hemû serhildanên kurd ku hatine destpêkirin, bi awayên cuda hatine fetisandin. Dijminê kurdan tu carî bi şerekî merdane ne kariye kurdan têk bibe. 28 serhildanên ku çêbûne hemû bi şerê birakujiyê bi îxaneta navxweyî têkçûne. Niha jî li herçar parçeyên Kurdistanê serhildana tevgera azadiya Gelê Kurd dixwazin bi destê îxaneta mala Barzan têk bibin. Ango dixwazin dîrokê dûbare bikin. Hesasiyet û sebra ku PKK nîşan dide, dihêle ku ew biratiya di nava Gelê Kurd de berdewam bike, bila dijmin baş bizane ne ji lewaztiya PKK’ê ye. Niha li hember dagirkeriyê li hemberî hêzek ji ya NATO gerîllayên Kurdistanê berxwedanekî bê hempa didin meşandin. Wê serkeftin ya Gelê Kurd be.   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd na mirin" û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû.