Baroya Şirnexê Navenda Mafên Jin û Zarokan vekir: Jin ne bi tenê ne 2021-06-25 09:07:05   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê Navenda Jin û Zarokan vekir. Parêzer û Seroka Navenda Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Esra Ayhan, bang li jin û zarokan kir û got, "Hûn ne bi tenê ne em heta dawî li pişt we ne. Em ê xwe bigihînin we û hûn jî hewl bidin xwe bigihînin me."   Baroya Şirnexê di 10’ê Nîsanê de piştî hilbijartinên wan bi dawî bûn dest bi avakirina navendên nû di bin banê baroyê de kir. Ji van navendan yek jê jî Navenda Mafên Jin û Zarokan e ku ji aliyê baroyê de hat avakirin. Parêzer û Seroka Navenda Mafên Jin û Zarokan Esra Ayhan têkildarî avakirina navendê û kar û xebatên ku dê ji bo jin û zarokan bikin de nirxandin kir.    'Bûyerên êrîşa zêde bûn’   Esrayê, destnîşan kir ku bûyerên êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokan piştî qedexeya derketina kolanan a 2015-2016’an zêdetir bûne û got: “Piştî qedexeyên derketina derve yên di navbera  2015-16’an şûnde û ku demografiya herêmê hat guhertin, zextên li ser civakê zêdetir bûn, bûyerên Tecawiz û êrîşa zayendî yên li hemberî zarok û jinan jî derketin asta herî jor. Vê rewşê jî herî zêde banodor li ser derûniya zarok û jinan kir. Li gel van hemû pêkanînînan me pêvajoyeke pandemiyê ya ku dîsa bandora neyînî li ser tevahiya civakê kir jî jiya û hîna jî berdewam dike. Vê pêvajoya pandemiyê jî herî zêde di warê cudakariya zayendî de  bandora xwe kir. Mijara zayendê jî di nava civakê de wekî tabûyekê ye û bedela vê jî jin didin. Zayenda ku wekî tabûyekê ye di nava civakê de tim bi zext û tehekkûman dixwazin ser bê girtin. Kesên ku hewl didin van bûyerên zayendî vebêjin jî zext li wan tên kirin." Esrayê diyar kir ku li dijî van hemû pêkanînan ew  wek baro ligel  jinan bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê di aliyê hiqûqî de her tim alîkariya jin û zarokan bikin. Em ê xeteke telefonê ava bikin ku jin û zarok pir hêsan bikaribin xwe bigihîjinê. Em ê bi parêzer, derûnas û pedegokên xwe ligel jin û zarokan bin.”   ‘Ger ku nikaribin xwe bigihînin me em ê xwe bigihînin wan’   Esra, di berdewamiya axafitna xwe de got ku ew ê li Şirnexê bi parêzerên endamên navenda xwe û bi pedegokan xwe bigihînin hemû zarokan û perwerdehiyê bidin wan. Esrayê bi bîr xist ku ew tenê di warê piştevaniyê de bi dibistanan bi sînor namînin û ev tişt got: Armacan me tenê ne dibistan û navenda Şirnexê ye. Em ê xebatên xwe ji gundan de bidin destpêkirin. Em di vê çarçoveyê de ji zarokên di asta dibistanên seretayî de perwerdehiya zayendî bidin û ji zarokên di asta dibistanên anvên de ne jî qanûna 6284’an vebêjin.  Di vî çarçoveyê de em ê êîrşa zayendî çi ye ji zarokan re vebêjin û ku dê çawa xwe jê biparêzin ji zarokan re vebêjin. Her wiha ji bo zarokan şevaro dê xeta telefona ku me ji bo gilîkirinê ava kiriye jî vekirî be û dema tiştek jiyan bi hêsanê dê xwe bigihînin me. Em ê parêzerên xwe bişînin û bi bûyerê re eleqeder bin. Bi vê xebata  ku em ê bikin em hêvî dikin ku em ê bawariyê bidin jin û zarokan. Herwiha ji bo ku parêzerên me jî bi awayekî rast nêzî bûyeran bibin em ê wan jî di vê mijarê de perwerde bikin. Ji ber ku jin ji mafên xwe agahdar nînin gelek pirsgirêkan dijîn. Ji bo ku jin ji mafên xwe agahdar bibin em ê piştî zarokan ji bo wan jî bernameyeke perwerdê amade bikin.  Ger ku ew xwe nagihînin me, em ê xwe bigihînin wan. Herwiha em ê bi rêya medyayê jî xebatên xwe heta dawiyê bimeşînin.”   ‘Di pêkanîna qanûna 6284’an de kêmasî hene’   Esra, gengeşiyên derbarê xala yekem a qanûna 6284 bi bîr xist û wiha pêlda axaftina xwe: “Qanûna 6284’an di warê parastinê de li her devera Tirkiyê dikare bandora xwe bike û jin dikarin bên parastin. Lê qanûn nayê pêkanîn û tevgerîneke li dijî vê qanûnê heye.” Esrayê, bal kişand ser feskirina Peymana Stenbolê jî û di dirêjiyê de got: “Jin tenê dikarin bi Peymana Stenolê bên parastin. Lê ew jî ji aliyê yek kesî ve hat faesihkirin û ev hewldaneke dijhiqî ye û ji ber vê jî peywan di aliyê hiqûqî de hîn jî derbasdar e. Tenê meclis dikare vê peymanê fesih bike.  Ji ber wê em ê xebatên xwe di çarçoveya Peymana Stenbolê de bimeşînin. Em nikarin bibêjin ku peyman ji meriyetê hatiye rakirin.”     ‘Jin ne bi tenê ne’   Esra, herî dawî bang li jinan kir û got: “Li vê heremê jin tu carî ne bi tenê ne. Em ê bi xebatên xwe ji jinan re bêjin ku ‘hûn ne bi tenê ne.’ Em wekî Navenda Jin û Zarokan li pişt jin û zarokan e. Em ê di her şert û mercan de xwe bigihînin wan û bila ew jî hewl bidin xwe bigihînin me. Em ê heta dawî li pişt wan bin û di warê hiqûqî de parstina wan bikin. Em ji jinan re dibêjin em li vir in û li gel we ne."