'Ez bi mehan tenê mam kesî bi destê min negirt' 2021-06-25 09:05:31   Gulîstan Azak   AMED - Emîne Karakaş ji aliyê mêrê bi navê Aslan Karakaş ve hat qetilkirin û balkêşe ku di qetilkirinê de ji polîsan bigire heta xebatkarên tenduristiyê, xelaka îhmalê balê dikşîne. Dayika Emîneyê, Nurcan Karakaş jî got: "Ez bi mehan li ber nexweşxanê sekinîm. Min hewl da ez tiştên hatine serê me bidim bihistin. Lê her kes ker, lal û kor ma. Ez bi mehan tenê mam. Kesî bi destê min negirt.”   Li navçeya Bismil a Amedê di 4’ê sibatê de mêrê bi navê Aslan Karataş (34) xizma xwe Emîne Karakaş (16) ku salek bû bi tehdîd û tacîzê zor lê dikir ku pê re bizewice, bi çekê bi giranî birîndar kir. Emîne li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi beşa giran de hat dermankirin û 138 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Lê gumanbar Aslan Karataş hêj nehatiye binçavkirin.   Cenazeya Emîneyê ji ber tehdîdên malbata gumanbar, ji aliyê dayika wê Nurcan Karataş ve li gundê Tepekoy a Bismilê hat definkirin û hat îdiakirin ku sedema ku gumanbar nayê binçavkirin, ev e ku malbata wî bi salan cerdevanî kiriye û dewlet malbatê diparêze.   'Îhmala doktoran jî heye'   Li aliyê din derbarê qetilkirina Emîne Karataş de îhmala nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin tê nîşandan. Li gorî îdiaya malbatê Emîne li nexweşxana dihat dermankirin di meha gulanê hefteya ewil de xwîn herikiye mêjiyê wê û piştî hefteyan şûnde ev di encama Dîmena Manyetîk Rezonans (MRG) de derketiye holê.    Dayik Nurcan Karakaş tiştên jiyane wiha anî ziman: “Îhmala doktorên nexweşxanê bû sedema mirina Emîneyê. Doktoran sûc qebûl nekirin û bi gotinên wekê ‘rewşa keça te ji xwe nebaş bû, wek mirî bû ji xwe’ xwe parastine.”   ‘Dozgerî lêpirsîna pêwist nameşîne’   Nurcanê di berdewamiyê de bertek nîşanê pêvajoyê da û daxuyakirin ku dozger lêpirsîna pêwist nameşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja bûyer qewimî me dozger nedît, piştî Emîneyê jiyana xwe ji dest da, ji bo rapora mirinê amade bike hat nexweşxanê. Aslan Karakaş tê veşartin û parastin. Piştî wî saxleme û heta niha divê zûde bihata binçavkirin. Malbata wî bi salan cerdevanî kir lê bi çekên ku dan wan rê li ber gelek kuştinan vekirin. Li gorî agahiyan ji ber vê ji cerdevaniyê dûr xistine. Lê piştî li keça min xist li mala wan çewalek çek derketin holê. Sedema vê nehat lêkolînkirin. Dozger lêpirsîna pêwist nake. Heta li gorî agahiyan dosya jî tê veşartin.”   ‘Zaroka min beyî edeletê bibîne jiyana xwe ji dest da’   Nurcanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bi mehan li ber nexweşxanê sekinîm. Min hewl da ez tiştên hatine serê me bidim bihistin. Lê her kes ker, lal û kor ma. Min bi dehan carî bang li rêxistinên jinan kir. Ez bi mehan tenê mam. Kesî destê min negirt. Tu sazî û komele bi me re eleqeder nebûn. Keça min 138 rojan têkoşîn da û beyî edeletê bibîne jiyana xwe ji dest da. Ji bo zarokên din neyên qetilkirin divê em xwedî li têkoşîna edeletê derkevin.”