Jinên li Dêrsimê: Ev êrîş li hemberî hemû jinan hatiye kirin 2021-06-25 09:04:23   Sema Çaglak    DÊRSIM - Şêniyên Dêrsimê li hemberî qetilkirina Denîz Poyrazê berteken xwe anîn ziman û gotin: "Jin dê bi têkoşîn û berxwedana xwe dê li dijî hedef nîşandana îqtîdarê derkevin. Êdî em naxwazin kuştina jinan bibhîsin."    Di 17’ê hezîranê de li hemberê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê di saetên sibehê de êrîş pêk hat û endama HDP'ê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Seranserê hefteyê li herem û Tirkiyeyê jin bi dirûşmeyên "Denîz Poyraz nemir e" daketin qadan û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Şêniyên Dêrsimê jî qetilkirina Denîzê şermezar kirin û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    ‘Ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin’   Nurcan Bîngol, diyar kir ku ew rik û nefret dê heta kengê berdewam bike û got: "Êdî bes e bila xwîn nerije. Bila êdî rondîk ji çavên dayikan nebarin. Em hemû yek Denîz Poyraz in. Ew êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin. Qetîlkirina Denîz Poyraz bi plankirî pêk hat. Ew kujer çawa bi rehetî dikare bikeve hundir. Bi tena serê xwe nikare ew qetlîamê pêk bîne. Teqez li pişt wî hêzên din hene. Çawa dikarin agir berdin avahiyê û jinekê qetîl bikin. Ew vê cesarete ji ku digirin. Divê kujer hesab bidin. Divê jin li dijî van bibin hêzek yekpar û têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Li pişt bûyerê hêzên qirêj hene'    Gulhan Karaman qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û wiha axivî: "Em hêj jî nikarin bawer bikin ku ew qetlîamê çawa pêk anîne. Ev desthîlatdar têr nabe. Bi xwînê ser piyan dimîne. Denîzek me biçe dê Denîzek din were. Em ê tu carî neqedin. Hemû kes dizane ku li pişt vê bûyerê hêzên qirêj hene. Her wiha  desthîlatdar, hertim jinan hedef digire. Lê tevî van yekan em dîsa jî têk naçin û jin her ku diçe xwe bi rêxistin dike. Jin xwe di her qadên civakê de rolekê mezin digire û civakê pêş ve dibe. Loma desthîlatdar jinê ji xwe re wek asteng dibînê û ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe herî zêde jinê hedef digire. Lê belê em ê wek jinan dê nehêlin wiha bimeş e. Jin dê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Em êdî naxwazin dayik bigirîn. Sûcdar jixwe diyar e lê bila li ser bûyeran neyê girtin û bila êdî edalet bê cih.”   ‘Bila hemû jin werin gel hevdû û têbikoşin’   Vehbiye Tayan bertek nîşanî qetilkirina jinan da û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êdî bes e bila jin neyên qetilkirin. Ez wek jinekê gelek xemgin bûm. Tu jin kuştinê heq nake. Ji ber ku jinê bê parastin dibînin. Nahêlin ku jin pêş bikevin û fikr û ramanên xwe bibêjin. Civak qetilkirina Denîz Poyraz bi dengek xurt şermezar kir. Xwedî derketineke mezin pêk hat. Bila jin bicivin û têkoşîna xwe ya li dijî qetîlkirina jinan mezintir bikin. Em êdî naxwazin kuştina jinan bibihîsin.”