Sozdar Ehmed: Qutkirina avê şerekî li dijî mirovahiyê ye 2021-06-25 09:03:28   Gulistan Hissein Hamid   HESEKÊ - Hevseroka Saziya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed têkildarî qeyrana avê ya li Hesekê diyar kir şerê dewleta tirk li dijî şêniyên Hesekê dike, şerekî li dijî mirovahiyê ye û got:"Roja Stasyona Elok ji aliyê dewleta tirk ve hat desteserkirin, qeyrana avê li Hesekê rû da. Şerê dewleta tirk ê li dijî şêniyên Hesekê dike, şerekî bi zanebûn e. Dewleta tirk bi qutkirina avê li dijî bi milyonan kesî sûcê mirovahî dike. Li hember van sûcan dewletên navneteweyî jî bêdeng dimînin."   Stasyona Ava Elok a girêdayî bajarê Serêkaniyê xwedî girîngiyek stratîjîk e. Ji dema dewleta tirk stasyon desteser kiriye av ji ser Hesekê û gundewarê wê qut bûye. Qeyrana avê hîn jî li bajarê Hesekê berdewam e û rewşa şêniyan roj bi roj zehmetir dibe.Têkildarî vê mijarê Hevseroka Saziya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir.   'Ava ji me re tê têrî pêwistiya şêniyan nake'   Sozdarê da zanîn ava tê, têrî pêwistiyên şêniyan nake û wiha got:"Dewleta tirk a dagirker Stasyona Elok bi rengekî baş nade şuxulandin. Heger baş dabana şuxulandin di saetekê de gerek 6000 M Mukeb gihaştiba gel me, lê em di rojê de 6000 M Mukeb digirin lewma qazanên avê di her 5 rojan de tên dagirtin. Ev yek jî dibe sedema her ji 20 rojan em avê carekê bidin taxek ji taxên bajarê Hesekê. Ji ber germahiya zêde û hejmara mezin a şêniyên Hesekê ava ku ji me re tê têrî pêwistiya şêniyan nake."   'Qutkirina avê şerekî li dijî mirovahiyê ye'   Sozdarê bi lêv kir qutkirina avê şerekî li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû:"Şerê dawî yê ku dewleta tirk li dijî şêniyên bajarê Hesekê dike, şerekî bi zanebûn û li dijî mirovahiyê ye. Di şer de di navbera dewletan de qanûn hene lê dewleta tirk bi qutkirina avê li dijî bi milyonan kesî sûcê mirovahî dike. Li hember van sûcan dewletên navneteweyî bêdeng dimînin."   'Rêxistinên Mafên Mirovan soza xwe pêk neanîn'   Sozdarê bal kişand ser sozên Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî yên ji bo çareserkirina qeyrana avê yên pêk nayên û wiha domand: "Ji bo çareserkirina qeyrana avê gelek Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî hatin ev qeyran dîtin lê ji ber rewş pir cidî negirtin ber çavan ev yek nehat çareserkirin. Gelek sazî û Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî serdana saziyên me kirin. Me weke saziya avê ew şandeyan yek bi yek li Hesekê gerand û xizanên avê nîşanî wan dan ji bo ku rastiyan bi çavên xwe bibînin. Lê mixabin soza ku dane me, bi cih neanîn. Qutkirina avê tê wateya qutkirina ji jiyanê. Ruxmê her tiştî em car din bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku zextê li dewleta tirk û hevkarên wê bikin da ku stasyon bi rengekî baş bê şuxulandin û bikeve  xizmeta şêniyên Hesekê."