'Divê demildest tecrîda li ser girtiyên sîyasî bi dawî bibe' 2021-06-25 09:01:34   Medya Uren   MÊRDÎN - Ehmed Çelîk beriya 6 salan hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin. Ev jî bû sedem bibe astengdar. Niha nikare bimeşe ango pêdivîyên xwe bîne cih. Hevjîna wî Xezal Çelîk jî diyar kir ku piştî girtina Ehmed pirsgirêkên mezin ên aborî û derûnî rû dane. Xezalê got pêwîst e demildest tecrîda li ser girtiyên sîyasî bi dawî bibe.    Li Tirkiyeyê polîtîkayên êrişên taybet ên li ser kurdan her ku diçe dijwartir dibin. Bi tecrît, polîtîkayên xizankirinê, girtin, gef û binçavkirinan re dixwazin vîna kurdan bê şikandin. Girtiyên sîyasî di tecrîtê de ne û malbatên wan jî bi wan re tên tecrîdkirin. Malbata Xezal Çelîk jî nimûneyek ji encamên vê tecrîdê ye. Hevjînê wê Ehmed Çelîk, piştî hatiye girtin îşkence lê hatibû kirin. Ev jî bû sedem bibe astengdar. Xezal û zarokên xwe jî tên tecrîdkirin.    'Îşkence li Ehmed kirin'   Xezalê di destpêka axaftina xwe de qala girtina Ehmed Çelîk dike û wiha dibêje:"Em bi karê erd re mijûl dibûn. Weke tê zanîn jî ji vî karî me hatineke zêde bi dest nedixist lê me herî kêm debara xwe û ya zarokên xwe dikir. Beriya 6 salan polîsan ji nişka ve bi ser malê de girtin û li pêş çavên me îşkence lê kirin û birin. Dema girtin jî 2 rojên pêşî îşkence lê kirin. Gelek zirar dan Ehmed. Derbên mezin li mejiyê wî xistibûn. Pirsgirêkên ku derketibûn pêşberî Ehmed li aliyekî derûniya zarokan xirab kiribûn. Bavê wan ji hişê wan dernediket, roja ku birine, çawa lêxistin, çawa nêzî me bûn ev yek her di hişê zarokan de bû. Zarokên me bi van bûyerên dibînin bi hêrs mezin dibin."   'Di warê aboriyê de em zehmetiyê dibînin'   Xezalê bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê û wiha domand:"4 zarokên me hene yê herî mezin 17 salî ye. Piştî girtina Ehmed me zehmetiyên mezin dîtin. Zarokê min ê biçûk hîna 1 salî bû. Tenê birayê hevjînê min hinekî ji me re dibû alîkar lê rewşa wî ya aborî jî ne zêde baş bû. Piştî Ehmed salek neket navberê ew jî hate girtin. Di warê aboriyê de em zehmetiyê dibînin. Jixwe di wê demê de 16 sal ceza li Ehmed hate birîn. Ev ji bo me demek gelek dirêj e. Lê me hewil da ku em zarokên xwe mezin bikin. Zarokê min ê biçûk dema bavê wî hat girtin 1 salî bû û niha bûye 7 salî. Herî zêde jî ew zehmetiyê dibîne. Her roj pirsa bavê xwe dike û ez carinan diwestim ku bersivê bidim."   'Divê demildest tecrîda li ser girtiyên sîyasî bi dawî bibe'   Xezalê bi lêv kir tecrîda li ser girtiyan tê meşandin zilm e û wiha pê de çû:"Ehmed ji mejiyê xwe derb xwar. Niha qet nikare bimeşe. Mejiyê wî her diçe biçûk dibe û zirarê dide hemû lebatên wî. Li girtîgehan tecrîdek mezin heye û ev tecrîd li ser malbatên girtiyan jî tê meşandin. Tedawiya wan jî nakin. Wan terka mirinê dikin. Ger wisa be jî bila berdin em ê tedawiya wan bikin. Tecrîda ku li ser me didin meşandin zilm e. Em û zarokên xwe perîşan bûn."   'Ji bo tecrîda li ser girtiyên sîyasî pêwîst e em serî hildin'   Xezal herî dawî wih diyar kir:"Ji bo tecrîda li ser hemû girtiyên sîyasî yên ku rehîn hatine girtin pêwîst e em serî hildin. Êdî bes e! Divê bi taybet demildest girtiyên nexweş werin berdan. Bi sedan girtiyên nexweş ên temenê wan mezin ên zarok di girtgehan de ne û îşkence li wan tê kirin. Weke Ehmed heta ku nehat girtin tu pirsgirêkên wî tune bûn, lê niha astengdar e. Demildest divê gel rabe. Pêwîst e em tecrîdê bişkînin."