ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-25 09:00:00   *Ehmed Çelîk beriya 6 salan hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin. Ev jî bû sedem bibe astengdar. Niha nikare bimeşe ango pêdivîyên xwe bîne cih. Hevjîna wî Xezal Çelîk jî diyar kir ku piştî girtina Ehmed pirsgirêkên mezin ên aborî û derûnî rû dane. Xezalê got pêwîst e demildest tecrîda li ser girtiyên sîyasî bi dawî bibe. DÎMEN HEYE    *Hevseroka Saziya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed têkildarî qeyrana avê ya li Hesekê diyar kir şerê dewleta tirk li dijî şêniyên Hesekê dike, şerekî li dijî mirovahiyê ye û got:"Roja Stasyona Elok ji aliyê dewleta tirk ve hat desteserkirin, qeyrana avê li Hesekê rû da. Şerê dewleta tirk ê li dijî şêniyên Hesekê dike, şerekî bi zanebûn e. Dewleta tirk bi qutkirina avê li dijî bi milyonan kesî sûcê mirovahî dike. Li hember van sûcan dewletên navneteweyî jî bêdeng dimînin." DÎMEN HEYE   * Şêniyên Dêrsimê li hemberî qetilkirina Denîz Poyrazê berteken xwe anîn ziman û gotin: "Jin dê bi têkoşîn û berxwedana xwe dê li dijî hedef nîşandana îqtîdarê derkevin. Êdî em naxwazin kuştina jinan bibhîsin." BI DÎMEN    *Baroya Şirnexê navenda Jin û Zarokan vekir. Parêzer û Seroka Navenda Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Esra Ayhan, bang li jin û zarokan kir û got, "Hûn ne bi tenê ne em heta dawî li pişt we ne. Em ê xwe bigihînin we û hûn jî hewl bidin xwe bigihînin me." BI DÎMEN   *Emîne Karakaş ji aliyê mêrê bi navê Aslan Karakaş ve hat qetilkirin û balkêşe ku di qetilkirinê de ji polîsan bigire heta xebatkarên tenduristiyê, xelaka îhmalê balê dikşîne. Dayika Emîneyê, Nurcan Karakaş jî got: "Ez bi mehan li ber nexweşxanê sekinîm. Min hewl da ez tiştên hatine serê me bidim bihistin. Lê her kes ker, lal û kor ma. Ez bi mehan tenê mam. Kesî destê min negirt.” BI DÎMEN    *Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîda Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li Parka Karayolları ya Mêrdînê meş were lidarxistin. (16.00)