Jin ji bo meşê mal bi mal geriyan 2021-06-24 16:57:32     MÊRDÎN - Rêxistina Meclîsa Jinê ya HDP’ê, Tevgera Jinên Azad û parlementerên HDP’ê mal bi mal geriyan û ji bo meşa sibehê wê li Mêrdînê were lidarxistin bang kirin.   Meclîsa Jinan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li Mêrdînê li Perqa Karayolari di demjimêra 16.00’an de wê meşê li dar bixin. Ji bo çalakiyê jinan li taxên Saraçoglu, Kortek, Sûka Mêrdînê, bazarê û li navçeya Nisêbînê xebat meşandin. Di xebatê de Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Remziye Tosun û Pero Dundar, hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, çalakvanên TJA’yê û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê cih girtin.   Xebata ku ji saetên sibehê dest pê kir heya derengiya rojê berdewam kir. Parlamenter û çalakvan mal bi mal, sûk bi sûk geriyan belavok belav kirin û daxwaza beşdariya meşê kirin. Gelek welatiyan diyar kirin ku ew ê beşdarî meşê bibin.