Rapora ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin 2021-06-24 15:49:41     ÊLIH - Derbarê girtîgehên li Êlihê de Şaxa ÎHD'ê raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku girtî dema sewqkirinê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, îşkence û muameleya xerab li wan tê kirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, rapora xwe ya ku derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê amade kiribû, bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe aşkera kir. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Parêzer Yûnûs Bagiş, rapora ku hatibû amadekirin xwend.   Di raporê de wiha hat gotin: "Di hêla mafê ragihandin, agahî girtin, têkilî danîn û tednuristiyê de pirsgirêk li girtîgehan hene. Her wiha girtiyan lêgerîna tazî, îşkence û muameleya xerab anîn ziman. Girtiyan got ku di warê werzîj, çand û hunerê de nikarin tiştekî bikin."    Di raporê de çend daxwaz û pêşniyarên ku hatin kirin jî wiha ne:   “* Divê rêveberiya girtîgehê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan re mijûl bibe, girtiyan di wextê de bibe nexweşxaneyê û şertên revîrê baş bike.    * Divê astengiyên li pêşiya mafê werzîj, çand û hewadarî bên rakirin.    * Divê astengkirinên li ser pirtûk, kovar û rojnameyan bên rakirin.    * Divê îdiayên îşkence û muameleya xerab bi awayekî bi bandor bên lêpirsînkirin, derbarê eleqedaran de lêpirsîn bê destpêkirin û eleqedar ji peywirê bên dûrxistin.   * Divê pêkanînên dayîna tekmîlê, hucreya yekkesî û jimartina li ser piya bi dawî bibin."