Emîne Şenyaşar di Konferansa Demokrasiyê de daxwaza edaletê kir 2021-06-24 14:36:33   STENBOL - Emîne Şenyaşar  a di roja 108'emîn a "Nobeda Edaletê" de axivî daxwaza edaletê dîsa kir û wiha got:"Tenê ez edaletê dixwazim. Em di vê têkoşînê de tenê dimînin. Em dixwazin herkes piştigiriyê bidin têkoşîna me."   Konferansa Demokrasiyê ya bi armanca daxwaz û têkoşîneke hevpar hat lidarxistin li Navenda Hunerê û Xwepêşandanê ya Dr. Kadir Topbaş dewam dike.    Emîne Şenyaşar  û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 108'emîn a "Nobeda Edaletê" de axivîn. Emîneyê bal kişand ser "Nobeda Edaletê" û da zanîn hevjînê wê û zarokên wê bi hovane hatine qetilkirin û got:"Kujer li derve digerin lê kurê min ev çar sal in di girtîgehê de ye. Li nexweşxaneyê kurên min û hevjînê min kuştin. Qeydên qamerayan jî ji aliyê rayedaran ve hatin jêbirin."   'Zilma li ser didome. '   Emîneyê da zanîn berê komkujiyê jiyaneke wan a baş hebû û wiha got:"Em têdikoşin lê belê em her dem tên binçavkirin û zilma li ser didome. Ka me çi kiribû? Pir hov in. Erdogan Halil Yildiz kir parlamenter. Qey nizane ew selefxur, diz e û komkujî kiriye? Malbata min tune kirin. Êdî teqeta min nemaye. Ez li malê nikarim bisekinim. Serê sibehê diçim ber edliyeyê êvarî vedigerim malê. Ez tenê edaletê dixwazim. Bila kurê min berdin. Tenê ez edaletê dixwazim. Em di vê têkoşînê de tenê dimînin. Em dixwazin herkes piştigiriyê bidin têkoşîna me."   Piştî axaftina Emîne Şenyaşar kesên li eywanê lîrandin û dirûşma "Ji malbata Şenyaşar re edalet" berz kirin.    'Kesên komkujî kirin di nava civakê de azad digerin'   Ferît Şenyaşar jî da zanîn ji ser komkujiyê sê sal derbas bûye lê belê kesên komkujî kirin di nava civakê de azad digerin û wiha got:"Em "Nobeda Edaletê"didomînin. Em çar çaran hatin binçavkirin. Çar caran me xwe li nexweşxaneyê dît. Em ji bo edaletê dixwazin me dikin bin çavan. Em vêya qebûl nakin. Em piştgirî û piştevaniyê dixwazin. Heta edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Konferans bi xwendina danezanên komana amade kiribûn didome.