TÎHV: Di sala 2020'î de mafê 3 hezar 291 kesî hatiye binpêkirin 2021-06-24 13:24:08     ENQERE - TÎHV rapora mafê mirovan a sala 2020'an weşand û li gorî raporê mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, 404 kes bi îşkenceyê re rûbirû maye.    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora mafê mirovan a sala 2020'an a Tirkiyeyê weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku kovîd-19 ji bo navendîbûn û mîllîtarîzmê weke firsend hatiye nirxandin.   Di raporê de wiha hat gotin: "Desthilatê ji aboriyê heta tenduristiya civakê hemû prisgirêkên welat kir pirsgirêka ewlehiyê, hem li welat hem jî li derveyî welat tundiyê esas girt, di çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navneteweyî de şer û pevçûnê kir polîtîkayeke yek alî. Di bingeha binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê de ev sedemên herî girîng in.   Mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, îşkence li 404 kesan hatiye kirin, ji endamtiyê hezar û 865 kes û ji çalakiyan jî 2 hezar û 14 kes hatine binçavkirin."