Dê di 1'ê tîrmehê de jin li Tunela Taksîmê bicivin 2021-06-24 12:11:23     STENBOL - Koma Kampanyayê Pêk Bîne ya Peymana Stenbolê bi dijî betalkirina Peymana Stenbolê dê di 1'ê tîrmehê de li qadan bin.    Bertek û nerazîbûnên li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê didomin. Peymana ku ji bo parastina jinan girîn bû dê di 1'ê tîrmehê de ji meriyetê radibe. Çalakiyên li dijî vekişandina ji peymanê didomin. Jinên ku biryara vekişandinê birin Şûreya Dewletê, li gel têkoşîna xwe ya hiqûqî îttîrazên xwe jî bilind dikin.    Jinên ku heta niha li dijî vekişandina ji peymanê gelek çalakî li dar xistine xwe ji 1'ê tîrmehê re amade dikin. Yek ji navendên ku li ser banga Koma Kampanyayê Pêk Bîne ya Peymana Stenbolê dê di 1'ê tîrmehê saet di 19.00'an de bi dûrişma "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û jiyanê radiwestînin" li Tunela Taksîmê bicivîn.   Di çarçoveya çalakiyêd e îro jinan li Beşîktaşa Stenbolê belavok belavkirin û bangewaziya tevlîbûna çalakiyan kirin. Her wiha jinan destnîşan kir ku dê roja şemiyê di Mîhrîcana Jinan a Sariyerê û roja duşemê jî li Okmeydaniyê kom bibin.