Çalakvanên li Mexmûrê: Dê serkeftin bibe ya Gelê Kurd 2021-06-24 11:48:29     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 189’an de didome. Çalakvanên greva birçîbûnê diyar kirin ku li dijî êrişan divê Gelê Kurd yekitiya xwe avabike.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 94’an di roja 189’an de berdewam dike. Çalakiya grevê ku li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin.    'Serkeftin dê ya Gelê Kurd be'   Li ser navê koma gel ê ku serdana çalakvanan kiriye Cemîle Korkmaz serkeftinê ji çalakvanan re xwest û got: “Ev berxwedan yê me hemûyane, armanca çalakiyên me ew e ku em azadiya rêberê xwe yê fizîkî dixwazin. Êdî dem hatiye ku em Rêber Apo di nava xwe de bibînin û bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê pêwîste em çalakiyên curbicur pêşbêxin û tevlî van çalakiyan bibin. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku serkeftin ya Gelê Kurd e.”   'Tevahiya destkeftiyên kurd di nav xeterê de ne'   Cardin ser navê çalakvanan jî Sedîq Demîr jî xêr hatine gel kîr û wiha axivî: “Pêvajoya ku em têre derbas dibin pêvajoyek gelek giran e, ger ku rewşa heyî em baş ne xwînin û rast negrin dest em ê di nava wê pêvajoyê de bifetisin. Tevahî destkeftiyên Gelê Kurd dibin xeteriyê de ye. Ger ku em pêvajoyê re nebin bersiv em ê winda bikin. Di dîrokê de tu hêz nekariye Gelê Kurd têkbibe, ji bo vê yekê ye ku cardin dest avetin îxanetê. Dijiminê Gelê Kurd li hember lehengtî û qehremantiya gerîllayên azadiyê têk çûye, derûniya leşkerên wan têkçûye. Em weke Gelê Kurd û tevagera azadiyê bi hêzin û bi îmanin. Ji bo vê yekê em rêxistinbûyîna xwe ji her deman zêdetir bi hêz avabikin.”