Jinên ciwan qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin 2021-06-24 09:43:27   AMED - Ligel astengiya polîsan, jinên Ciwan ên HDP’ê ji bo Denîz Poyraz li Parka Rojava ya Peyasê çalakiya biranînê li dar xistin.    Di 17’ê Hezîranê de li hember avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê di saetên sibehê de êrîş pêk hat û Denîz Poyraz hat qetilkirin. Piştî bûyerê jinan  li qadan çalakiyên protestoyî pêk anîn. Bi pêşengtiya Koordinatoriya Jinên Ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Rojavayê ya Peyasê bernameya bîraninê li dar xistin. Beriya bernameyê qad ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Parlementerên HDP’ê Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun, Rêxistina HDP’ê ya bajêrê Amedê û gelek jin beşdarî bûn. Jinan parkarta “Em hemû Denîz in, em hemû berxwe didin” wergirtin. Her wiha dovîzên “ Denîz Poyraz rûmeta me ye”, “ Em hene û em li vir in” û “Jina kurd dê serî netewîne” rakirin.      Di bernameyê de jinan xwest meşek li dar bixin lê polîsan destûr neda meşê. Jinan li dijî nêzîkatiya polîsan bi dirûşme “Ne ji Denîzan re, ji kujeran re barîkat”, “ Hesaba kujeran dê ciwan bipirsin” û “ Li dijî faşîzmê serî hilde” berz kirin.   Piştre metna daxuyaniyê ji hêla endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Buşra Çelîk ve hat xwendin. Buşra destnîşan kir ku desthîladar îmha kirina Gelê Kurd hedef dike û got: “Li dijî polîtîkayên desthîlatdarê rêya yekser têkoşîn e. Werin tevlî berxwedan û têkoşîna me bibin û em bi hev re vê faşîzmê têk bibin. Werin em bi hev re vê serfiraziyê pêk bînin. Em zarokên dayika Taybet in. Em hevreyên Tahîr Elçî ne. Em ê bi hev re bibin yek deng û hêza xwe nîşan bidin.”   Piştî daxuyaniyê girse xwest barîkatên polîsan derbas bikin û li dijî barîkatan meşiyan. Bi vî awayî di nav polîs û girseyê de pevçûn pêk hat. Her wiha di wê navberê de gelek kes meşale pêxistin û dirûşmeya “Li dijî faşîzmê serî hilde” berz kirin.   Piştî çalakiyê girse çalakiya rûniştinê jî pêk anî û ligel stran û dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.