ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-24 09:00:00     *Perîhan Agaoglu têkildarî tecrîd û êrişên li ser kurdan pêk tên da zanîn wê tecrîdê bişkînin û êrişan vala derxin û wiha got:"Mixabin bi her awayî êrişek mezin li ser gelê kurd tê meşandin. Bi van êrişan re jin ango hemû civak bandor dibe. Pêwîst e em gelê kurd û gelên tirkiyeyê jî van mijaran baş binirxînin. Pêwîst e em çareser bikin û li dijî êrişan jî rêxistina xwe xurt bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên tevlî sersaxiya ji bo Denîz Poyraz bûn, diyar kirin ku êrîş li hember Gelê Kurd û demokrasiyê ye û gotin divê Tirkiye bi komkujiyan re bê rû hev û li dijî faşîzmê têbikoşe. DÎMEN HEYE   *Hîndekara yogayê Berîvan turan ku tevî hemû astengiyan dersan bi Kurdî dide, di vê qadê de ya ewil e.DÎMEN HEYE   *Gulsûm Kaplan a ku bi salan e debara xwe bi çandiniya tûfiringiyê dike diyar kir ku gelek tûfrîngiyên wê ji ber qeyrana hişhesaliyê hişk dibin û berhemên wan di destê wan de dimîne. BI DÎMEN    *Parêzer Aryen Turan diyar kir ku wan têkildarî komkirina delîlan a dosyaya ji kujerê Denîzê re hat vekirin daxwazname dane lê belê 38 maddeyên di daxwaznameyê de cih girtiye nehatiye bicihanîn û got:"Em difikirin ku divê delîlên têkildarî bûyerê, îhmala peywirdarên cemaweriyê, êrişên li ser medyaya civakî, nîşandayina wekî hedefê ya siyasetmedaran û lînca hatiye kirin hemû bên nirxandin. Em ê vana bigirin ber çavan û dosyayê bişopînin." BI DÎMEN