EŞÎK'ê ji bo Peymana Stenbolê bang li Dadgeha Bilind kir 2021-06-23 14:36:37     STENBOL - EŞÎK'ê ragihand ku li dijî feshkirina Peymana Stenbolê dê sibehê li ber Dadgeha Bilind çalakiyê li dar bixe û daxwaznameyê bidin.    Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK)  li dijî feshkirina Peymana Stenbolê ya ku tê plankirin di 1'ê Tîrmehê bê rakirin bi hinceta biryar ne hiqûqî ye berê serî li Dadgeha Bilind dabû. Tevî ku hefteyek ji rakirina Peymana Stenbolê maye hîn jî Dadgeha Bilind tu bersiv têkildarî mijarê nedaye. EŞÎK'ê bi daxuyaniya nivîskî ya parve kir da zanîn ew ê sibehê li ber Dadgeha Bilind kom bibe.    'Piştî 1'ê Tîrmehê wê tu wateya biryara Dadgeha Bilind nemîne'   EŞÎK'ê da zanîn ku Peymana Stenbolê ji bo ewlehiya canê jinan û ji bo jiyaneke bê tundî gelekî girîng e. Her wiha bang li Dadgeha Bilind kir ku biryara rawestandina rêvebirinê bê dayin û hat gotin piştî 1'ê Tîrmehê wê tu wateya biryara Dadgeha Bilind nemîne   EŞÎK'ê ragihand ku li Enqereyê piştî daxuyaniya li ber deriyê Dadgeha Bilind ew ê daxwaznameyên din jî bidin.