Li Bismilê zaroka hat xwestin bê kuştin, piştî 138 rojî mir 2021-06-23 14:06:45     Gulîstan Azak   AMED - Li Gundê Gundikê Pire yê Bismilê mêrê bi navê Aslan Karakaş ê dest dirêjî Emîne Karakaş dikir hewil dabû bi çekê wê bikuje û Emine bi giranî birîndar kiribû. Emîneya ku li nexweşxaneyê tedawî didît mir.    Di 4'ê Sibatê de li Bismila Amedê Aslan Karakaş (34) yê nêzî salekê dest dirêjî Emîne Karakaş (16) dikir û di heman demê de gef lê dixwar ji bo ku pê re bizewice bi çekê bi giranî Emîne birîndar kiribû. Hat hînbûn Emîneya li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tedawî didît 138 roj şûnde roja duşemê miriye. Bersûc Aslan Karakaş jî hîn nehatiye binçavkirin.    Dê cenazeyê Emîneyê li ser daxwaza dayika wê li Gundê Tepê yê Bismilê bê definkirin.     'Aslan Karakaş tê parastin'   Dayika zarokê Nûrcan Karakaş bi bîr xist ku Aslan Karakaş bi rojan e nehatiye binçavkirin û diyar kir ku Aslan ji aliyê dewletê ve tê parastin. Nûrcanê got:"Aslan Karakaş bi mehan dest û lingên xwe kil dikir, digeriyaa û zaroka min jî di beşa lezgîn de têkoşîna jiyanê dida. Edalet dîsa para mêran ket. Aslan Karakaş nayê binçavkirin. Ev jî tê vê wateyê ku ji aliyê dewletê ve tê parastin. Jixwe malbata wî bi salan e cerdevantiyê dike. Bi qansî min bihîstiye dosya tê veşartin û Aslan Karakaş jî li cem xizmekî xwe dimîne. Nedîtina bersûcekî ne cihê gumanê be cihê çi ye?"   'Min keça xwe nikaribû li gundê wê veşarta'   Nûrcanê da zanîn ku malbata bersûc gefa li wan dixwe û wiha got:"Ji ber gefxwarinê em mecbûr man cenazeyê Emîneyê li Gundê Tepê veşêrin. Min zaroka xwe nikaribû li gundê xwe veşarta. Ewlehiya min a jiyanê tune ye. Aslan Karakaş hîn li derve ye û tê parastin. Ez piştgiriyê ji rêxistinên jinan hêvî dikim."   Her wiha Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê da zanîn ew ê dozê bişopînin.