Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Diril de kesek hat girtin 2021-06-23 11:33:34   ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Hurmuz Diril ê li gundê Mehrî yê navçeya Elkê piştî winda bû ev 533 roj in agahî jê nayê girtin de Aprol Diril ê hatibû binçavkirin, hat girtin.    Hevjînên hev Hurmuz Diril û Şîmon Diril ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Diril piştî 70 rojan li qerexê Çemê Hezilê hatibû dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê wan de di 20'ê hezîranê de Apro Dîrîl ê li gundê Mehrî dijî jî di nav de 3 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li qereqola polisan her sê kes sewqî edliyeyê kirin.    Apro Diril û her du kesên pê re bi daxwaza girtinê ji dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin û li dadgehe her du kesên bi Apro Dîrîl re bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Apro Diril jî hat girtin.    Apro Diril ku tenê ew li gund dijî beriya niha jî hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.