‘Li dijî tunekirinê yekitî divê' 2021-06-23 09:08:20   ENQERE - Endamên Înîsitiyatîfa Dayikên Aştiyê bertek nîşanê êrîşên li hemberê Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê dan û gotin: "Şerê ku hatî destpêkirin tê wateya înkarkirina kurdan. Li dijî înkarê jî divê kurd yekitiya xwe pêk bîne."    Bertek û nêrazîbûnên êrişên li hemberê Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Operasyona dersînor a Arteşa Tirk a li hemberî herêmê didome. Operasyona ku bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) pêk tê bû sedema nerazîbûnan. Endamên Înîstiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Enqereyê bertek nîşanê rewşê dan û banga yekitiyê kirin.    ‘Divê Kurd li pey aştiyê biçin’   Hatîce Ay balkişand ser girîngiya yekitiya kurdan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "PDK bila bi tu awayî kesî ji xwe re piştgirî nebîne û xwe xurt hîs neke. Barzanî wê rojekê vê ji dewleta Tirk bibihîze 'Hîna fêdeya te ji te re tuyê çawa fêdeyê bidî min’ Ji ber vê jî Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava, ferq nake. Divê li her çar alî yekitî û wekhevî bê avakirin. Bila kurd li pey aştiyê, zimanê xwe û hebûna xwe biçe.”   ‘Ev şer şerê înkarkirina kurda ye"   Hatîce diyar kir ku bi şer hemûna kurdan înkar dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şer şerê înkarkirina hebûna kurdane. Em hene, kes nikar me tune bike. Kurd wê tu car dest ji çand, ziman, têkoşîna xwe bernedin. Bi taybet bila Mesut Barzanî baş guhdar bike, ev tişta dike şaşe. Bila bifikire û çavên xwe veke. Bila derfet nede ku Tirk bikevin herêma Başûr. Barzanî şaş e, wek Saddame. Wisa bidome wê dawiya wî jî bê. Bila qe nebejê ku tiştek bi min nayê. Barzanî wisa bidomîne wê dora wî jî bê. Barzanî îro pişta xwe daye wan. Lê mirov vê bi xwişk û birayên xwe nakin. Bila kes nebêje wê kurd biqedin. kurd wê her tim hebin. Bila Barzanî rê nede wan, bila çavê xwe negire. Her roj mirov tên qetilkirin. Şerê biratiyê zehmete. Wê herî dawî ew jî zirarê bibîne.”   ‘PDK û Erdogan li hev kirine’   Kadriye Ozgan jî bang li PDK û Barazanî kir û bi lêv kir ku divê  Barzanî neyê lîstikê qirêj yê AKP’ê û wiha pê de çû: “Barzanî birayê me ye. Bila nekeve vî şerê qirêj. Divê PDK pişta xwe nede xwişk û birayên xwe. Ew kurd in, em jî kurd in. Ev yek pir zelal tê dîtin; PDK û Tayyîp Erdogan li ser mijarê li hev kirine û soz dane hev. Lê ez ji Barzanî re dibêjim, neyê lîstikên Tayyîp, tu yê poşman bibî. Li gorî Tayyîp zarokên me terorîstin.  Zarokên me ne terorîstin. Ew canê me ne.  Zarokên me êrîşê kesî nakin. Lê ew diçin êrîşê zarokên me dikin. Zarokên me, ax, ziman û çanda xwe diparêzin.”   ‘Mirov rêya dijmin venakin’   Kadriyeyê bi lêv kir ku armanca dewletê ev e ku kurdan biqedîne û wiha dawî lê anî: “Em dayikên aştiyê ji vê zilmê re dibêjin bes e. Gelo wê sebra me heta ku derê biçe. Ger hewce bike ji bo rawestîna şer ez ê şev û roj li sînor runim. Barzanî ji hinek kanalan re dibêje her tiştî PKK dike.  Tayyîp axa te dagirkiriye, her roj mirovan dikuje, qetil dike, dema dilê wan bixwaze te birçî dihêle. Lê tu Tayyîp guhdar dikî û sînor ji wan re vedikî.  Ev ne mirovahî ne edelete. Mirov rê ji dijminê birayê xwe re venake.”