‘Qanûna 6284 divê bi bandor pêk bê’ 2021-06-23 09:05:14   Sena Dolar   STENBOL- Femînîst parêzer Aylîn Barcin diyar kir ku piştî feshkirina peymana Stenbolê qanûna hejmar 6284 ya ku hedef hatiye girtin, di mijara pêkanînê de rastî zor û zehmetiyên polîsan tê û got: “Piştî Peymana Stenbolê hat feshkirin. Wekî ku qanûna hejmar 6284 ne derbasdare tevdigerin. Ji bo pêkanîna qanûna 6284 em ê têbikoşin.”   Li Tirkiyê yekem qanûna pêşîgirtina li şîdeta nav malê ya hejmar 4320  ya der barê ‘parastina malbatê ye’. Di encama israra jinan de di 8’ê Adara 2012’an de qanûna hejmar 6284 a parastina amalbat û pêşîgirtina li şîdeta li hember jinan li meclisaê hat qebûlkirin. Qanûn wek pêkanîn biryarên tedbîra li dijî her cureyê şîdetê dertê pêşberî me. Li gorî qanûnê bi armanca pêşîgirtina şîdetê divê biryara 6 meh durxistinê pêk bê. Li gorî parêzer û jinan, jinên li qerekolan gilî dikin, ya polîsan gahiyên pêwist nagirin an jî giliyên wan nayê girtin. Giliyên wan bên girtin jî qanûna hejmar 6284 bi bandor pêk nayê. Piştî rakirina peymana Stenbolê şûnde, desthilatdarî bi gotinên xwe rakirina qanûna hejmar 6284 jî aniye rojevê.  Der barê mijarê de femînîst parêzer Aylîn Barcin axivî û got desthilatdarî bi gotinên ‘qanûnên me yên netewî û herêmî hene’ newekheviyê dipejirîne.   ‘Qanûnek berfireh e’   Aylînê daxuyakirin ku  qanûna hejmar 6284 li dijî tehdîda şîdeta mêr û ji bo têkoşîna li dijî şîdeta mêr hatiye amadekirin, peymana Stenbolê esas digire û wiha got: “Her wiha rêziknameya pêkanînê ye. Gumanbar beriya şîdetê bikin tehdîdan dikin.  Di qanûna beriya vê de yanî di qanûna hejmar 4320’an de parastina malbatê esas dihat girtin û li kesên heman malê diman şîdet pêk dihat. 6284 jî ji bilî şîdeta nav malê şîdeta li hember jinê, sererastkirinek wê ya li hember şîdetê hebû. Der barê mexduran de sererastkirinek hebû. Ji ber vê jî ji bo zarok, jin, LGBTÎ yan qanûnek girîng bû."   ‘Li şûna qanûnê pêk bînin, gilî jî qebûl nakin’   Aylînê bi lêv kir ku der barê qanûna 6284’an de agahdariyek rast nayê kirin û yên qanûnê pêk tînin qesl dimînin û polîs di mijara pêkanînê de zor û zehmetiyan derdixin. Aylînê ev tişt bi lêv kir: “Piştî feshkirina peymanê me gelek carî bihist ku di mijara pêkanîna 6284’an de zor û zehmetî tên derxistin. Me bihist ku hêzên ewlehiyê hewl didin kesên gilî dikin şûnde vegerînin. Ji peymanê derketin, wekê ku derbasdariya 6284 tune tevdigerin. Ji jinan re zor û astengiyê derdixin. Berê 6 mehan biryara tedbîrê dihat dayîn. Di demên dawî de mehek an jî 15 rojan cezayê durxistinê didin.”   ‘Dozger dibêje delîl hewce nake, polîs delîl dixwazin’   Aylînê di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Li dadgeha destura bingehîn ji bo pêkanîna ‘tedbîrên parastinê û pêşîgirtinê’ şerta xwestina belge û delîl tê nîqaşkirin. Li gorî qanûna mijara gotinê,ji bo tedbîrên parastinê  divê li belge û delîlan negerin. Armanca vê qanûnê  pêşîgirtina li şîdetê ye. Dozgerî û hêzên ewlehiyê li delîlan digerin.  Seroka Komîsyona Daraza Edlî dibêje ‘divê di tedbîrên parastinê de li belge û delîlan bigerin.’ Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu îtîrazê van gotinan kir. Biryara tebîrê ya der barê gumanbar de tê girtin nagihêje. Ev jî di nokteya pêkanîna qanûnê de dibe asteng. Qanûn bi bandor pêk nayê. Mînak biryara durxistinê tê dayîn yanî ‘mêr ji malê dur xistin’. Li dijî vê biryarê teblîgat nayê kirin. Ev bi destê hêzên ewlehiyê tê kirin. Mêr jî tê vê biryarê binpê dike.”   ‘Dixwazin newekheviyê bipejirînin’   Aylînê gotinên desthilatdariyê yên weke ‘qanûnên me yên netewî û herêmî hene’ bi bîr xist û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Nêzîkatiya li hember 6284’an ne parastina malbatê ye, wek ‘hilweşandina malbatê ye’. Qanûn ji bo pêşîgirtina li şîdeta mêr, sererastkirinên berfireh di nav xwe de dihewîne. Bêguman ev jî ne li gorî fikr û tevgera wane. Dixwazin newekheviyê bipejirînin.”    ‘Divê bi bandor pêk bê’   Aylînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê qanûna hejmar 6284’an bi awayekî bi bandor pêk bê û her wiha got ku wê dest  ji têkoşîn û destkeftiyên xwe bernedin û wê têkoşîna wan her tim bidome.