Çalakvanên greva birçîbûnê ya Mexmûrê: Divê yekitiya Gelê Kurd pêk bê 2021-06-22 13:00:48   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 187’an de didome. Çalakvanên greva birçîbûnê diyar kirin ku li dijî êrişan divê Gelê Kurd yekitiya xwe avabike.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 94’an di roja 187’an de berdewam dike. Çalakiya grevê ku li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî serdana wê tê kirin.   Denîz Poyraz bi bîr anîn   Li ser navê koma gel ku îro çû serdanê Rubar Îlhan serkeftin ji çalakvanan re xwast û bi vê awayî dest bi axaftinê kir kir: “Me dixwast ev cihê pîroz de em qala îxaneta navxweyî nekin lê mixabin niha rojeva tevahî Gelê Kurd ev şerê navxweyî ye. Rêber Apo Gelê Kurd gihandiye astekê gelek bilind û bi nirx, ji ber vê yekê em gelekê bi bextewarin. Niha neyarê me gelek hov û barbare, êrişên herê qirêj li ser jin pêk tîne. Li Îzmirê Denîz Poyraz hat qetilkirin, em di şexsê rêheval Denîz de tevahî şehîdên xwe bibîrtinin. Niha gerîllayên azadiyê li hember dagirkeriyê şerekê dîrokî di meşîne. Ev çalakiya ku me daye destpêkirin jî ewqasî girîngiya xwe heye. Sekna tevahî hevalên çalakvan û gelê wargehê gelek bi rûmete. Niha şerê ku PDK dixwaze pêkbîne ne şerê birakûjiyê ye şerê çeteyên Erdogan e û bila her kes vê yekê bizane.”    'Divê em yekitiya xwe avabikin'    Li ser navê koma di çalakiyê de jî Leyla Çelîk jî xêrhatina koma gel kir û got: “Weke civaka kurd di vê pêvajoyê de tişta ku ji me tê xwastin ew e ku em çareseriyan avabikin li hember pêvajoyê. Ger ku ev 23 sal in Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye ev kêmasiya me ye û sucê me hemûyane. Ji ber qandî tê xwastin me ked ne daye, me xwîhdan ne rişandiye ji bo wê ev pergala Îmraliyê ewqasî dirêj bû. Mirovên xwedî wîjdan, ked û xwedî şehîd û şervanan em vê yekê ji xwe pirs bikin, çima ev 23 sal in ewqasî dirêj kir. Ger ku me xwe daba ber barê şoreşê ne ewqasî ev pergala Îmraliyê dirêj dibû, ne jî wê îro îxaneta mala Barzanî van kiryaran pêkanîba. Pêwîste em weke Gelê Kurd yekitiya xwe avabikin.”   'Li hemberî kiryaran bêdeng nemînin'   Çalakvana bi navê Zennûra Babat jî nêrînên xwe ya derbarê çalakiyê de wiha anî ziman: "Ji hêla hevalên girtî vê ji bo tevlîbûna pêngava 'Dem dema azadiyê ye' çalakiyek hat destpêkirin. Wargeha Şehîd Rustem Cudî me jî vê pêvajoyê ya xwe dît û em jî tevli pêvajoyê bûn. Wek Rêber Apo got 'Me ciwan destpê kir em ê bi ciwanî bi serkevin' em bi vê hişmendî û fikrê tevdigerin. Dewleta faşîst a Tirk her tim zordarî li ser Gelê Kurd pêkaniye, di roja me ya îro de jî ev ferasetê Erdogan pêk tîne. Ji bo ku em bikaribin vê ferasetê têkbibin û ji bo em serkeftinê mayînde bikin jî pêwîste em yekitiya xwe avabikin. Dewleta hebûna me naxwazin pêwîste em li hember vê yekê berxwe bidin. Em rê heval Denîz Poyraz bibîrtînin û dibêjin pêwîste em weke jin li hember van kiryaran bêdeng nemînin, ger ku em bêdeng bimînin wê komkujî û kiryarên qirêjtir li hember me pêşbikeve. Ji bo wê herê zêde pêwîste jin pêşengtiya vê pêvajoyê bike.”