Di nobeta 'Edaletê' ya di roja 106'an de ye, daraz hat rexnekirin 2021-06-22 12:50:12     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 106 roj in ji bo edaletê nobedê digirin bi parvekirina li ser hesabê xwe yê sanal daraz rexne kirin.    Çalakiya nobeda “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 106’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîn û Ferî Şenyaşar serê sibehê hatin ber edliyeyê û wek her roj dowîzên xwe yên nivîsên "Dayikek ev 106 roj in li ber Qesra Edaletê nobedê digire. Du kurên wê û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hat qetilkirin. Ji ber di nava vê komkujiyê de parlamenter heye ev 3 sal in doz nayê vekirin" li ser hatibûn nivîsandin, danîn cihê lê nobed girtin û dest bi nobeda îro kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê twittirê videoya di roja 101'ê de Dayikên Aştiyê hatibûn serdana wan parve kir. Di parvekirina li ser hesabê malbatê  ya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, Wezareta Dadê, Partiya Gel a Cumhuriyetê, Partiya Saadetê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, Lijneya Giştî ya Meclîsê hatin etîketkirin wiha hat gotin:"Mirov her roj bi zêmaran dikevin Qesra Edaletê ya Rihayê. Hemû kes dozê pirs baş dizane. Daraz li hember kesên hêzdar bejnê ditewîne deng jê nayê."