'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' hat taloqkirin 2021-06-22 12:01:02   STENBOL - ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ ku 46 rojnameger û xebatên çapameniyê jê tên darizandin, hat taloqkirin.   Danişîna 22'yemîn ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ ku 46 rojnameger û xebatkarên çapameniyê jê tên darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên ku tên darizandin tevlî danişînê nebûn û parêzerên wan li danişînê amade bûn. Heyeta dadgehê ku bi daxwaza kêmasî bên derbaskirin biryara xwe aşkera kir û danişîn taloqî 23'yê mijdarê kir.