Li avahiyên HDP’ê ji bo Deniz Poyraz şîn hat danîn 2021-06-21 14:52:08   MÊRDÎN - Li avahiyên HDP’ê yên navçe û bajêr şîna Denîz Poyraz hat danîn. Ew ê şîn 3 rojî bidome. Îro gelek kes hatin şînê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca qebûlkirina şîna Denîz Poyraz a di avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin li hemû navçe û avahiya bajêr şîn danî. Wê şîn 3 rojan berdewam bike. Îro serdana yekem ji alyê gelek welatî, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê û parlamentera HDP’ê Pero Dundar ve pêk hat.   Rêxistina HDP’ê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî jî diyar kir ku ew ê van 3 rojan gel û STK’yîyan ji bo şînê pêşwazî bikin.