‘Em ê qadan tije bikin û bersiva kujeran bidin’ 2021-06-21 09:05:20   STENBOL - Jinên li dijî êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz li kolanan bûn diyar kirin ku di şexsê Denîzê wê ji bo hemû jinên hatine qetilkirin li qadan bin û gotin bi hemû hêza xwe wê bersiva xwe bidin.   Di 17’ê Hezîranê de li hember avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê di saetên sibehê de êrîş pêk hat û Denîz Poyraz hat qetilkirin. Piştî bûyerê jinan  li qadan çalakiyên protestoyî pêk anîn. Seranserê hefteyê li 12 navçeyên Stenbol û her alî Tirkiyeyê jin bi dirûşmeyên ‘Denîz Poyraz nemire’ daketin qadan. Li Stenbolê jinan nêrînên xwe anî ziman û diyar kirin ku wê xwedî li têkoşîna xwe derkevin.   ‘Em dizanin gumanbar kîne’   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz daxuyakirin ku Denîz ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û gotinên gumanbar Onur Gencer yên wekê ‘li wir 40 heb jî hebûna min heman tişt dikir’ bibîr xist û wiha got: “Ev ne bûyerek şexsî ye. Bi lez û bez gumanbar girtin. Beyî ku lêkolînekê bikin, gumanbar girtin. Em dizanin ku berpirs û gumanbar kîne. Ev komkujî di bin berpirsyariya wezareta karê hundir, walîtiya îzmîr û emniyeta îzmîrê de pêk hatiye. Ew gule li hemû kesên li alî aştî û demokrasiyê hatiye xistin. Ji ber vê jî berpirsyarî dikeve ser milê hemû hêzên muxalîf.”   ‘Kuştina kurdan ji desthilatdariyê mijara rantê ye’   Dîlşatê bertek nîşanê biryara ji doza darizandina polîsê ku Berkîn Elvan qetil kiriye, da û ev tişt bi lêv kir: “Di biryarê de ji bo kujer 16 ceza hat dayîn lê polîs nehat girtin. Ji ber ku kujer tê parastin. Kujerek tên parastin. Kujerê Denîzê jî wê wisa bê parastin.  Qetilkirina, Kurdekî, Elewî û jinan ji bo desthilatdariyê mijara rantê ye. Dewlet-çete-mafya. Ev hersê qet ne tesadufin. Divê em li qadan dengê xwe bilind bikin û em ji vê psîkolojiya tirsê demildest derkevin.”   ‘Em serî natewînin, li qadane’   Fatma Apaydin jî wiha bertek nîşan da: “Ev demek dirêj bû faşîzma AKP-MHP’ê komkujî her tim dianî ziman. Bi qetilkirina hevala me Denîz Poyraz, peyama ‘Em li we hemûyan vê dikin’ didin. Lê em serî natewînin. Em li qadane, em li her derê ne. Ez bang li jinan dikim, em ligel hev bin û destur nedin ku yek din ji me kêm bibe.”   ‘Em hene, li virin’   Azîze Yilmaz, ji malbata Denîzê re sersaxî xwest û axaftina xwe wiha domand: “Ev vê dewleta faşîst lanet dikin. Li ber çavan hevalek me qetilkirin. Li ser jinan û HDP’ê lîstikan dilîzin. Lê wê biser nekevin. Bi hevkariya çapemeniya alîgir êrîşê HDP’ê dikin. Lê HDP gel e, gel li vir e. Wê bi lîstikên xwe nikaribin HDP’ê biqedînin. Em hene li virin.”   ‘Em ê bi hêza xwe li qadan bin’   Makbule Yilmaz jî bertek nîşanê qetilkirinê da û got wê di şexsê Denîzê de ji bo hemû jinên hatine qetilkirin li qadan bin û wiha dawî lê anî: “Em HDP’î ne, em li qadane. Guleya li Denîzê barandine, li hemû jinan xistine. Em wisa dixwînin. Em natirsin. Em dewleta Tirk şermezar dikin. Ji hêza jinan ditirsin. Em ê bi hemû hêza xwe bersiva wan bidin.”