Tulay Hatîmogullari: AKP'ê hêzên paramîlîter bi rêxistin kirine 2021-06-21 09:01:46   Oznur Deger - Dîlan Babat   ENQERE - Tulay Hatîmogullari êrîşên li hember HDP’ê û geşedanên li welat nirxand û got: “Ji bo desthilatdariya heyî û rejîma yek kesî bê mayîndekirin , li dijî têkoşîna muxalefeteke li dijî vê pêk bê, hêzên paramîlîter yên wek SADAT li aliyekî amade dihêlin û di vê rêxistinbûnê de para wezareta karê hundir girîng e.”   Di demên dawî de hinek geşedanên tên jiyîn îfşa dike ku tifaqa AKP û MHP’ê nikare welat bi rêve bibe. Lîderê çeteyê mafyayê Sedat Peker der barê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu û kesên girîng yên AKP’ê de daxuyaniyên îfşakirinê dabûn.  Di vê dema ku têkiliya dewlet-mafyayê tê nîqaşkirin de, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) der barê HDP’ê de di 7’ê hezîranê de cara duyem doza girtinê vekir.  Doz di pêvajoyeke ku têkiliya dewlet-mafyayê di rojevê de bû hat vekirin.   Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê ku di nav de hevserokên giştî yên dema berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî heye 24 jê girtî, 108 kes jê tê darizandin li 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê dîtin. Di runiştina 17’ê Hezîranê de, endamekî heyetê got ‘di bûyerên Kobanê de partiya ku avahiya wê zirar nedîtiye HDP ye’ û di van saetan de li hember HDP’a Îzmîrê êrîş pêk hat û Denîz Poyraz hat qetilkirin.   Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, geşedanên li welat û êrîşên li hember partiya xwe û qetilkirina Denîz Poyraz nirxand.   ‘Rayedarên dewletê berpirsin’   Tulayê da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê ji roja dest bi avakirina rejîma faşîst kiriye, hêzên paramîlîter yên wek SADAT rêxistin kiriye û ev rêxistinbûn li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Tulayê wiha berdewam kir: “Ji derveyê Tirkiyeyê, li Suriye, Lîbya û welatên din yên Rojhilata Navîn tê bikaranîn. Ji bo desthilatdariya heyî û rejîma yek kesî bê mayînkirin , li dijî têkoşîna muxalefeteke li dijî vê pêk bê, hêzên paramîlîter yên wek SADAT li aliyekî amade dihêlin. Di vê rêxistinbûnê de para wezareta karê hundir heye. Ne tenê wezareta karê hundir, serokomar, rayedarê hikûmetê hemû di vî karî de cih digirin.”   ‘Bandora wê ya li ser civakê giran e’   Tulayê destnîşan kir ku lîderê mafyeyê Sedat Peker kesên girîng yên di nav AKP’ê de îfşa kirine û got nayê zanîn ku wê sibê çi bibe. Tulayê ev tişt daxuyand: “Di vî karî de hinek tiştên esas hene. Ev jî pevçûnên nav bloga desthilatdariyê ne.  Bandora pevçûnên du nav desthilatdariyê de li ser civakê gelek giran tên dîtin. Bûyera Îzmîrê yek ji van e. Desthilatdariyê pir xwîn wenda kiriye.  Xizanî, zext, sînorkirina azadiyan û dîktatoriyê civak nerehet kiriye. Divê muxalefet wêneyê wê baş bikişîne, baş bibîne, baş binirxîne.”   ‘Bêdengê tirsê mezin dike û me dikuje’   Tulayê di berdewamiyê ev tişt vegot: “Desthilatdarî dibêje beka welat û muxalefetê dide pişt xwe. Yek mînakek vê ‘rihê yenîkapi’ ye.  Heman tişt di operasyona Garê de jî kirin. Lê biser neketin. Dibêjin beka welat û muxalefetên dîzayn dikin. Gelek aliyê muxalîf û girseyên demokratîk hatin serdana navenda me ya giştî. Ev tiştekî girîng e, lê divê em vê pêş bixînin. Hewce heye ku ev bê mezinkirin. Ger hêzên demokrasiyê neyên gel hev û muxalefetê nehûnin wê desthilatdariya heyî jî mayînde bibe. em tu car nayên provakasyonan. Divê muxalefet baldar be. Divê kes têkoşîna demokrasiyê neçewisîne. Em dikarin bi têkoşîna demokrasiyê qezenc bikin. Em nikarin êrîşa li hember HDP’ê û qetilkirina Denîzê tune bihesibînin û qebûl bikin.  Yekane riya pêşîgirtina li provakasyonan, ev e ku divê muxalefet di zemîna demokratîk de têbikoşe. Dem dema piştevaniyê ye.”   ‘Banga komkujiya Îzmîrê kir’   Tulayê balkişand ser qetilirina li Îzmîrê û got tiştên di navbera hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê mijdarê de hatine jiyîn bi bîr dixe û wiha dirêjî dayê: “Wê demê li hember Kurdan û muxalîfan êrîş pêk hatin. Ji ber vê dişibin hev. Mixabin ji muxalefetê re dibêjin ku ‘ev hîna rojên we yên xweş in’. Di serî de wezîrê karê hundir, hemû baskên AKP’ê û serokê MHP’ê banga komkujiya Îzmîrê kirin. hîna jî dikin. Ji ber vê jî mîmarê provakasyonan jî axaftina serokê giştî yê MHP’ê yê li meclîsê kiriye ye.  Desthilatdarî nikare welat bi rêve bibe. Ji ber vê hêzên leşker, polîs û SADAT xistiye dewrê û hewl dide wisa bi rêve bibe. Desthilatdariyê dema xwe tije kiriye. Hewcedariya desthilatdariyê bi hilbijartin û  hêzekê heye. Ez dibêjim ku dem dema piştevaniyê ye û divê em li dijî van lîstikan hişyar bin.”   Tulayê her wiha alîkariya lojîstîk û çekan a ji bo SADAT, OSO û DAIŞ’ê tê dayîn jî bi bîr xist û bi lêv kir ku ev di seranserê şerê Sûriyeyê de bi belgeyan hatiye îfadekirin û wiha balkişand ser îfşayên Sedat Peker: “Gelo ev îfşa wê parçebûnekê biafirîne an jî wê desthilatdarî wek 15’ê Tîrmehê ji bo xwe veguhere derfetê? Ev pirsnîşanin.  Ger darazek baş hebûna wê ji zûde biketa dewrê. Li vî welatî sosyalîst, çepgir, rojnameger şîdtê dibînin, muxalefet bedelên mezin didin. Ji ber vê jî bêdengî, tirs jî wê civakê terkî rizandinê bike. Di 12’ê Gulanê de li hember Navenda Giştî ya HDP’ê êrîş pêk hat û ji ber gumanbar nehatin dîtin û cezakirin, komkujiya Îzmîrê pêk hat. hêzên paramîlîter bi ser hêzên demokrasiyê ve dişînin. Em  di pêvajoyek kaotîk re derbas dibin. Em ê têkoşîna hiqûqî ya demokrasiyê bidin.”   ‘Em raporê digirin’   Tulayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku der barê êrîş û qetilkirina li Îzmîrê de li Navenda Giştî ya HDP’ê maseya krîzê ava kirine û di çarçoveya agahiyên ji Îzmîrê tên raporê digirin. Tulayê her wiha anî ziman ku der barê mijarê de xebatek aktîf dimeşînin.