Nobeta 'edaletê' di roja 104'an: Wê hquqa serdestan têk biçe 2021-06-20 11:57:17     RIHA - Çalakiya Nobeta "edaletê" ya Emîne û Ferît di roja 104'an de ye, li ser hesabê xwe yê înternetê peyma "Wê hiqûqa serdestan jî rojekê têk biçe" weşandin.    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyar ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyar di roja 104’emîn de didome. Ji ber qedexeya derketina derve Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ki mala xwe ya Pirsûsê berdewam dikin.    Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Di têkoşîna xwe ya edaletê ku me bi hêvî dest pê kir de hêviya me bi piştgiriya raya giştî ya hestiyar mezin dibe. Heta ku berpirsyarê rastyeqîn bên darizandin dê têkoşîna me bidome. Wê hiqûqa serdest jî rojekê têk biçe.”