Meral Daniş: Dê HDP dest ji têkoşîna xwe bernede 2021-06-20 11:43:30     ÎZMÎR - Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li piştperdeya qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'yî bloka îqtîdarê heye û got ku wê HDP dest ji têkoşîna xwe bernede.    Bertekên li hemberî êrîşa di 17'ê mehê de li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ku di encamê de Denîz Poyraz hat qetilkirin berdewam dikin.  Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniz Beştaş derbarê qetilkirina Denîzê de axivî.    'Bûyer bi di bin çavdêriya wezîr de pêk hatiye'   Meral diyar kir ku dibêjin êrîş provokasyon e. Lê ev ne ras e. Heta ku teşhîsa bûyerê neyê kirin, wê çareserî jî pêk neyê. Li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê  24 saetan polîs li be çadira vala ku hatiye danîn nobetê digirin. Ev polîs hemû tevgera DHP'ê dişopînin, mudaxele dikin û kesan binçav dikin. Tişta pêk hatiye di bin açvdêriya Wezîrê Karên Navxweyî de pêk hatiye. Li cihekî ku evqas polîs lê hene çawa kujer dikare bi awayekî pir hêsan bê Denîzê bikuje û piştre jî wekî tiştek nebûye bide rê biçe."   'Kujer ne tenê kesê tetîk kêş e'   Meralê got ku li pişt perdeya êrîşa li ser HDP'ê kesên ku bi salan HDP'ê hedef nîşan didin û krîmînalîze dikin hene û di berdewamiyê de got, " Ji vê helwetê hin kes hêzê digirin. Kujer dibêje 'kî li wê hebûya min ê bikuşta' û ev jî rastiya mijarê li ber çavan radixe.  Ji ber wê kujerê Denîzê tenê ne kesê tetîk kêş e. Divê Tirkiye bizanibe ku li pişt perdeya vê bûyerê kîjan hêz hene."   'Bi çapemeniyê re gel teşwîkî qirkirinê tê kirin'   Meralê destnîşan kir ku ew çiqas dixwazin gel bên cem hem, îqtîdar jî dijminantiyê kûr dike û gel dike dijimin HDP'ê. Meral diyar kir ku di kanalên televîzyonan de di bernameyên tên çêkirin de HDP wekî rêxistineke sûc tê nîşandan û ev tişt got, "Rojnameyên wekî Şafak û Akşamê nûçe bi sernavê 'li avahiya DHP'ê pevçûn derket' serwîs kirin. Ev jî nîşan dide ku çiqasî civak teşwîkî sûc tê kirin.  Di serî de jî jin di hedefa van kesan de ne. Herî zêde li jinan zilm tê kirin û tên qetilkirin. Denîz jî jineke xebatkara Partiya me ya jin bû. Denî hat qetilkirin."   'Dê têkoşîna me bidome'   Meral a ku herî dawî got HDP Denîz e wiha dawî li axaftina xwe anî, "Çiqas êrîşî jinê dikin bila bikin lê wê jin tucarî ji têkoşîna xwe gavê paşve neavêjin û vê têkoşînê bidomînin. Di nexşerêya HDP'ê de têkoşîn, berxwedan û derxistina holê ya heqîqetê heye."