Jinên HDP'yî: Wê Denîz neqedin 2021-06-20 11:05:56     İZMİR - Jinên HDP'yî ku diyar kirin gotinên îqtîdarê jin û HDP'ê hedef nîşan didin, anîn ziman ku wê gel bêhtir li dora HDP'ê bibin xelek û wê "Denîz Poyraz" neqedein.   Li dijî qetilkirina Derînz Poyraz a ji aliyê kujer  Onur Gencer ve  li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bertekên jinan her ku diçe zêde dibin. Jinên ku derbarê êrîş qetilkirian Denîzê de axivîn, diyar kirin ku ev ev qirkirin bi awyê aşkere ji aliyê îqtîdarê ve hatiye kirin.     'Bi destê îqtîdarê pêk hat'   Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Beseriye Tekgur, diyar kir ku bi li ser gotinên îqtîdarê HDP, jin û ciwan hedef tên giritn û bi pergala dewletê ku bûye mafya kujer û kesên tecawiz dikin di nav gel de serbest digerin. Basriye wiha berdewam kir, "Ji bo ku nelirêtî û bêhiqûiyên dikin veşêrin êrîşî HDP'ê dikin. Dixwazin di serî de HDP hemû , rêxixtin û kesên muxalîf bêdeng bikin.  Kujerê Denîzê di li ser hesabê xwe yê înternetê berî bûyerê bi awayê aşkere gotiye ku wê vê qetlîamê bike û li bînahiya ku avahiya HDP'ê lê bi rojan lêkolîn kiriye. Di îfadeya xwe de jî kujer dibêje ku ew ji bo qetlameke mezin hatiye. Ew kes ne bi tenê ye. Kesê çek daninê kî ne? Hayê Emniyet û Walîtiya Îzmîrê jî jê heye. Di konê ku li ber avahiya me vekirine de em kirine hedef. Faşît dihatin û li ber deriyê avahiya me dirûşmên nijadperest berz dikin. A.Haber hat li ber deriyê me bi kesên rûdinên re roportaj kir û em hedef nîşan dan .Ev qetlîam bi detê dewletê pêk hatiye."   'Divê em bên gel hev'   Basriyê anî ziman ku li gel dayîna dxuyaniyê li ber deriyê avahiyê li wan hatibû qedexekirin jî kujer heta avahiya me hat û qetlîam pêk anî. Basriye herî dawî wiha got, "Tucarî nexwetin ku jin di nava siyasetê de cih bigirin. Ji bo kujeran qûnan çêdikin û wan ji girtîgehan derdixin. Li pişt pankarta ku navê 88 jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin li ser e jineke din hat qetilkirin.  Lê em paşve gavê navêjin. Divê ku li hemberî van hemû pêkanînan li qadan bên gel hev û ji bo jiyaneke demokratîk bi hev re têkoşînê bidin."   'Civîn tune bû roja îmzeyê hebû'   Endama PM'a HDP'ê Berna Çelîk jî diyar kir ku dikaribû komkujiyeke mezin jî pêk bihata û di dirêjiya axaftina xwe de got, "Dibêjin, 'wê rojê civîna hebûye'. Na civîn tune bû lê roja îmzekirina pirtûka Beyza Ustun hebû, li ser hesabê medya civakî me danasîna roja îmzeyê kiribû.  Dibe ku ev jî şopandibin. Divê pêvajoya ku Doza Kobanê tê dîtin û gitina HDP'ê  di rojevê de ye pêkanîna vê bûyera xwemgîn dide xuyakirin ku ev êrîş li hemberî têkoşîna ji bo aştî û azadiyê pêk hatiye.   Serkomar ji me re gotibû 'ev rojên we yên baş in' û em hedef nîşan dan. Bi  vê gelo xwest ku bibêje her roj em ê we li cihekî qetil bikin? Li dijî van pêkanînan wê têkoşîna me heta dawî bidome. Denîzek çû wê bi hearan denîz bên. "   'Gel li Dora HDP'ê dibin xelek'   Hevseroka HDP'ê y Bayrakliyê Ayşe Işik jî got ku êrîş bi armanca çavê gel bitirsînin hatiye kirin û wiha berdewam kir, "Nikarin me têk bibin, wê zêdetir HDP'yiyan bi  hev ve girê bide.  Di mîtîngan de bombe biteqînin jî û çiqas êrîşî bikin jî wê gel bêhtir li dora HDP'ê bibin xelek."