Li Qoserê qetilkirina Denîz bi çalakiyê hat şermezarkirin ' 2021-06-19 19:36:45   MÊRDÎN - Têkildarê qetilkirina Denîz Poyraz Rêxistina HDP'ê û DBP‘ê li Qoserê daxuyanî dan û gotin: "Ev êriş li hemberî Gelê Kurd pêk hatiye. Lê em jî tu carî li hemberê êrişan  serî natewînin."   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz û êrişên li dijî HDP'ê li qada Azadiyê ya Qosera Mêrdînê daxuyaniyek dan. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, hevserokên bajêr yên DBP û HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan aHDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê  beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de posterên Denîz Poyraz û dovîzên ku li ser "Denîz nemir e", "Em kujeran nas dikin", "Îqtidar wê hesabê bide" hatine nivîsin hatin rakirin. Bi sedan welatiyên ku beşdarî daxuyaniyê bûn  dirûşmeyên "Denîz Poyraz nemir e ", "Jin jiyan azadî"  berz kirin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka HDP'ê ya navçeya Qoserê  Yekta Zangirdak ve hat xwendin.   'Kujer diyar in'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çeteyekê faşîst êrîşî avahiya navenda me ya Îzmirê kir û hevala me ya bi navê Denîz Poyraz bi hovî qetil kir. Ev êrîş û qetlîam wekî ku di van rojên dawiyê de Serokkomar digot 'Ev hîn rojên we yê baş in' piştî van gotinê wî ev êrîş pêk hat. Ev êrîş û qetlîam bi destê faşîzma AKP,  MHP'ê û hevkarên wan yên mafyayê ve  hat kirin. Denîz Poyraz dildareke partiyê bû. Bi salan di nava Tevgera Azadiya Jinê gelek xebat meşandiye. Bi qetilkirin hevala me me careke din me dît ku ev desthilatdarî û hevkarên wan dijberiya jina azad dike. Ev êriş li hemberî Gelê Kurd pêk hatiye. Lê em jî tu carî li hemberê êrişan  serî natewînin."