Şandeya DBP'ê û KCD'ê li Dêrsimê xebatên xwe didomînin 2021-06-19 19:32:40   DÊRSIM - Şandeya DBP'ê, KCD'ê û HDP'ê di çarçoveya serdana xwe ya li Dêrsimê ku hefteyekê berdewam bike, li navçeya Mazgirtê ya Dêrsimê bi welatiyan re hatin gel hev.   Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê Dêrsimê yê HDP'ê Alîcan Onlu, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêveberên BDP'ê û HDP'ê yên navendê di çarçoveya serdana xwe ya li Dêrsimê ku hefteyekê berdewam bike, li navçeya Mazgirtê ya Dêrsimê bi welatiyan re hatin gel hev.  Şande di çarçoveya bernameya xwe de  serdana gundên Goktepe, Hors, Koterîş, Sûrek Akbulut, Mastan Orta Arman, Riçikê kirin.    Şande di destpêka bernameyê xwe de serdana esnafan kir û bi esnafan re li ser mijara qeyrana aboriyê sohbet kirin. Piştî serdana esnafan, şande derbasê gundan bûn. Di komcivîna gel de li ser mijarên tecrîd, grevên birçîbûnê, girtina doza HDP'ê, êrîşa li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, qetilkirina Denîz Poyraz, pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêka kurdan û gelek mijar din hatin niqaşkirin. Di nirxandina pêvajoya siyasî de gelek welatî nerîn û çavdêriyên xwe anîn ziman.    'Têkoşîna me ya yekser divê şikandina tecrîdê bibe'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di serdanan gundan de  axivî û diyar kir ku Gelê Kurd ew 6 sal in bi polîtîkayê çok danînê re rûbirû dimînin û got: "Li dijî vê 40 sal in têkoşînek tê dayîn.  Ew têkoşîna me îro desthilatdariyê li ber şikestinê ve dibe. Desthilatdara ku dixwaze pergalek li dijî azadiyê ava bike, îro di nav kaosek de ye. Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê hemû gel li ser piyan e. Her roja ku derbas dibe, Gelê Kurd zêdetir xwedî li têkoşîna xwe derdikeve. Di şexsê birêz Ocalan de ji bo cîhanê modela jiyana demokratîk hat avakirin û ji bo hemû gelan hêviyeke mezin pêk anî. Ji ber vê yekê tecrîdê girantir kirin. Lewra têkoşîna me ya yekser divê şikandina tecrîdê bibe. Wekî hûn jî dizanin ji bo şikandina tecrîdê li girtîgehan çalakiya grevên birçîbûnê hate destpêkirin û gelek meh li pey xwe hişt. Divê em ew faşîzma li ser gelê bidin hilweşandin. Ew jî bi şikandina tecrîdê pêkan e."   'Ewlehiya canê me tune ye'   Di nav civînê de jinek têkildarî tundiya li ser jinê û nêzikatiya dewletê ya li hemberî jinê de axivî û destnîşan kir ku roj namîne ku jinek neyê qetîlkirin û wiha axivî: "Di şert û mercên Tirkiyeyê de ewlehiya canê me tuneye. Ne zagonên Tirkiyeyê ne jî polîtîkayên wî ji bo jinan tu alternatîfeke pêş naxe. Tenê kuştin û tundiya li ser jinê zêdetir dike. Her wiha kujerên jinan ji aliyê dewletê tê parastin û ew jî dîmena jinê ya li Tirkiyê nîşan dide."   'Em hemû Denîz in'   Jinekê din jî bal kişand li ser qetilkirina Denîz Poyrazê û wiha axivî: " Em wek Dêrsimiyan qetilkirina Denîz Poyrazê şermezar dikin. Em pê gelek êşiyan û hêrsa me xwe zêdetir kir. Em hemû Denîz in. Her çiqas Denîzek biçe dê Denîzek din were."