Qetilkirina Denîzê li gelek deveran hat protestokirin 2021-06-19 16:57:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tetwan, Mûş, Dîlok, Riha û Colemêrgê qetilkirina endama HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz bi çalakiyan hat şermezarkirin.    Bertekên li hemberî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz didome. Îro li gelek bajaran Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, sazî û dezgehên parêzeran û kedê daketin kolanan û êriş şermezar kirin.     Li Bedlîsê daxuyanî hat dayîn    Rêveberên HDP’ê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan û êriş û qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Hevserokê HDP’a Bedlîsê destnîşan kir ku berpirsiyarê komkujiyê îqtidar e û ev êriş encama dijminatiya kurdan pêk tên.    Qetilkirina Denîz li Mûş û Colemêrgê hat şermezarkirin    Rêxistina HDP’ê ya Mûşê jî li ber avahiya daxuyanî da û bûyer şermezar kir. Hevseroka HDP’a Mûşê Sîbel Genç anî ziman ku roj roja hevgirtina ji bo HDP’ê ye û divê êdî partiyên muxalefetê û aliyên civakî li cem HDP’ê cih bigirin.    Li Colemêrgê jî rêveberên KESK, ÎHD, TMMOB û DÎSK’ê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.    Li Dîlok û Rihayê çalakî    Rêxistinên Ked û Meslekî yên Dîlokê jî daxuyanî dan çapemeniyê û bûyerê şermezar kirin û hat xwestin li dijî faşîzmê her kes hev bigire û divê Tirkiye ber bi rojên tarî ve neçe.     Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da û êriş protesto kir. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike lê welatiyan bertek nîşan da. Ayşe Surucu da zanîn ku ev êrişek organîzekirî ye û li gel du roj bi ser bûyerê de derbas bû jî ne Serokkomar û ne jî Wezîrê Karên Navxweyî heta hêj tu daxuyanî nedaye û bi vê bêdengiyê nêzîkatiya xwe nîşan didin.