'Mîtinga Mezin a Jinê' dest pê kir: Em dev jê bernadin 2021-06-19 15:48:53   STENBOL - Jinên ku ji deverên cuda yên Tirkiyeyê hatin û tevlî mîtînga "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" bûn gotin: "Em ê heta 1ê Tîrmehê ji bo mafên xwe, jiyana xwe û têkoşîna xwe ya parastina Peymana Stenbolê li qadan û li kolanan bin. Me çawa peyman bi dest xist, wisa jî biparêzin."   Piştî ku îqtîdara AKP’ê ji Peymana Stenbolê vekişiya û biryara betalkirina wê da. Peyman dê di 1’ê Tîrmehê de ji tevahî ji meriyetê bê rakirin. Li dijî vê yekê li ser banga Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ji aliyên Tirkiyê li Stenbolê jin li Maltepeyê civiyan û bi dirûşma "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin", "Mîtînga Mezin a Jinê" li dar xistin. Di mîtîngê de jinan bi dirûşmên xwe qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz şermezar kir.    Qada mitîngê ya li Maltepeyê ji aliyê bariyerên polîsan ve hat dorpêçkirin û jin du nokteyên lêgerînê de ketin qada mîtîngê. Gelek jin di saetên serê sibehê de derbasî Stenbolê bûn û bi kortejên ku hatin avakirin û derbasî qadê dibin. Di qada mîtîngê de coşa jinan di asta herî jor de bû. Dengê berzkirina dirûşman ji qadê olan da.    Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, CHP, Partiya DEVA, HDK, xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê, Meclîsa Jinên Pêşketî, Meclîsên Jinan, Tora Parastina Jinê, Piştevaniya Morê, Kesên bi Kod- 29'ê ji kar hatin avetin, karkerên Sinboyê, Platforma Jinê ya Şahmeranê ya Mêrdînê, Platforma Jinê ya Datçayê û gelek platformên jinan beşdarî mîtingê bûn. Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) wêneyê Denîz Poyraz a ku di êrişa li ser avahiya HDP'ê de hat qetilkirin li ser û bi nivîsên "Deniz Poyraz nemir e", "Mêr lê dide dewlet diparêze" û "Em yek bimirin em ê bi hezaran welidin" hilgirtin."   Metna hevpar a mîtîngê bi kurdî, tirkî, erebî û îngizî hat xwendin. Metna kurdî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Suna Kaymaz ve hat xwendin. Her wiha her benda metna tirkî ji hêla aktîvîst, lîstîkvan, nivîskar û xwendevanan ve hat xwendin.    Daxuyanî bi sernavê "Em dev jî Peyman Stenbolê bernadin" dest pê kir û daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye:    "Di 20'ê Adara 2021'an da bi biryara Serokkomarîyê ku di Rojnameya Fermî da hat belavkirin biryar hat dayîn ku Peymana Stenbolê ji hêla Tirkîyeyê ve hat betalkirin. Ji Peymana Stenbolê ku di parlementoyê da bi yekîtîya rayan hatibû pejirandin bi biryara yek kesî nikare were derketin. Divê vîna parlamentoyê ne di bin hikumranîya yek kesî de be. Peymanên navneteweyî ku di derheqê maf û azadîyên bingehîn de divê bi vî awayî neyên tunekirin. Vê biryara nehiquqî û bo me ne derbasdar e serhildan û hêrsa me mezintir kir.    Em napejirînin   Li derdoreke ku tundî, qetilkirinên li ser jinan, destavêtin û destdirêjahî bi zêdebûnekê berdewam dike, hemû awayên tundîyê ku li ser jinan hatîye ferzkirin û LGBTI bi awayekî bisazûman tên nîşandan, rakirina peymanê rê li ber van sûcan vedike. Em dizanin ku ji paş vê pêngavê û têkbirina 6284'an rê li ber mafên bingehîn mîna; qutkirina debarîya (nefeqeya) xizanîyê ya jina ku veqetîyayî, efûkirina îstismarkerên zarokan, ji nû ve anîna zewaca bi tecawizker ra û daxistina temenê zewacê weke 16'an, bi zarokan ra temenê têkîlîya zayendî weke 15'an, di sûcên tundîyan de xwestina belgeyan, istismara zayendî ya li ser zarokan, lêgerîna delîlên şênber ên li hember sûcên tundîyê yên li ser jinan û tecawizê, navberkarîya malbatî  vedike.    Em dev ji  mafên xwe bernadin   Em bi awayekî eşkere radigihînin ku em dev ji  mafên xwe bernadin. Em dev ji mafên xwe yên bidestxistî bernadin. Gotina me zelal, biryara me zelal e: Em ne tenê pejirandina Peymana Stenbolê, di heman demê de dixwazin ku bila bi awayekî bi lez hemû divêtîyên Peymanê werin cih û ji bo vê jî plana çalakîyê ya lezgîn were parvekirin. Em jiyaneke yekpare dixwazin ne kêmtir.   Em dixwazin ku;   *Ji bo mafê me yê hemwelatîbûna wekhev were sewgirandin di her warî da bila pêngavên şênber werin avêtin   *Bila wekhevîya zayendî ya civakê di qanûnan û di hemû qadên jîyanê da were avakirin.   *Bila pêngav û vegotinên tehdîtwarî yên li hember qanûnên ku me bitêkoşînê nivîsîye û mafên me yên bidestxistî were bidawîkirin.   *Bila ji bo mafê me yê bi domandina jiyaneke bêtund, planeke çalakîya lezgîn were daxuyandin û nerîtandin.    *Bila Qanûna bi hejmara 6284'an ku jinan ji tundîyê diparêze bi awayekî çalak û bêkêmasî were nerîtandin.   *Bila pêngavên efûkirinê yên li hember îstîsmarkerên zarokan ku di pêgeha xala 103'yemîn ya Qanûna Cezayî ya Tirkîyeyê de bi têgehên mîna 'zewaca zû' 'zewaca ciwan' tê meşrûkirin bi dawî bibe. Bila hemû vegotinên li ser mafên jinan ku di pêgeha Qanûna Cezayî û Qanûna Medenî de hatîye bidestxistin bi dawî bibe û rêgeza hemwelatîya wekhev ya qanûnî li hember raya gel ji nîqaşê ra neyê vekirin.    *Ji dêvla ku zewacên zarokan û li hember îstîsmara wan were sekinanîn; wan kesên ku tên teşwîqkirin, hêsankirin an jî çav li wan tê girtin bila werin damezrandin û cezakirin.    *Bila polîtîkayên çalak ên di cihê kar de ji bo pêşîlêgirtina cihekarî û tundîyê, azadîya rêxistîbûnê û peymana bi hejmara İLO 190'î were destnîşankirin û sepandin.   *Bila di hemû astên perwerdehîyê de, di medyayê de, di hemû qadên jîyana civakî da ji bo guherîna rolên zayendperest gavên şênber werin avêtin.   *Bila hemû mirinên bi şik yên jin û LGBTI+an ji nêz ve were vekolan, angaştên êrîşa zayendî û kujerîyê were zelalkirin, wan kesên ku ji bo girtina lêpirsînan û kujeran hewl didin û dixebitin werin cezakirin.    Em ê heta 1ê Tîrmehê mafên xwe, jiyana xwe û têkoşîna xwe ya parastina Peymana Stenbolê li qadan û li kolanan bidomînin. Piştî 1ê Tîrmehê jî çawa ku me peyman bi dest xist, wisa jî em ê wê biparêzin. Mafê me ye ku em li dewleteke hiqûqî ya demokratik jîyaneke azad û ji tundîyê dûr bijîn ku tê de wekhevîya zayendî pêk hatîye û edaleta mêran ne edaleta rasteqîn e hatiye sepandin.   Ji mezinkirina têkoşîna xwe ji Polonyayê heta Macarîstanê, ji Arjantînê heta Sûdanê; ji bo cîhaneke wisa ku em bi kêfxweşî û arezûyên xwe bi têra xwe tê de dijîn; ji bo neçilmisandina rengekî me bi tenê di nav hebûna xwe ya rengareng de; ji bo avakirina jiyaneke wisa ku tenê kesek jî ji nav me kêm nebe em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Em ji hev bawer dikin, em pişta xwe didin yekîtîya xwe.    Em bang li wan kesan dikin ku çavên xwe berdane mafên me û Peymana me: Çawa ku me Peymana Stenbolê bi dest xist, wisa jî em ê wê biparêzin.   Ne ji Peymanê Stenbolê, ji pêşiya me vekişin."