Li Qamişlo û Hesekê qetilkirina Denîz Poyraz hat şermezarkirin 2021-06-19 15:16:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongreya Star, li Qamişlo û Hesekê bi daxuyaniyan qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kirin û gotin: "Duh Hevrîn, Seda, Zehra, Hebûn û Emîne bûn, beriya wê li Parîsê Sakîne û hevalên wê bûn, vê carê jî Denîz Poyraz e. Em bang li civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî  dikin rê li ber van êrîşan bigrin."   Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo û Hesekê bi armanca şermezarkirina qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz daxiyanî dan.    Li Qamişlo qetilkirina Denîz hat şermezarkirin    Daxuyanî li parka Avêsta ya taxa Xerbî li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna saziyên jinan ên girêdayî Rêxistina Kongreya Star ve hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsa El-Hisên ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewlelta tirk a faşîst kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê der heqê jinên kurd de dide meşadin.  Bi riya siyaseta qirkirin û tunekirinê siyastemedaran digre û çarenûsa geleka ji wan heya niha ne diyar e. Vê siyasetê ne tenê di hundirê Tirkiyeyê de dide meşandin, lê belê hemû sînoran derbas dike û destdirêjiyê davêje ser nirxê civakê û jinan.  Êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê ji van siyasetan ne dûr e, dixwazin şerekî navxweyî di navbera kurdan derbixin.    Di demekê de ku dewleta tirk a faşîst bi navê demokrasiyê bang dike, hemû rêbazên tundî, qirkirin û binpêkirina mafê mirovan bi kar tîne.  Di 17’ê Hezîrana 2021’an de dewleta tirk êrîşî navenda HDP’ê li bajarê Îzmîrê kir, di êrîşê de xebatkara bi navê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Di bin çavdêriya dewletê de ev komkujiya plankirî hat kirin. Em weke Kongreya Star van êrîşan şermezar dikin, banga me ji bo hemû jinan re heye rabin serhildanê û li dijî qirkirinên dewleta tirk têbikoşin."   Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.   Li Dirbêsiyê Denîz hat bibîranîn    Kongreya Star a Kantona Hesekê qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber navneda Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê bi beşdarbûna partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinan alên Kongreya Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên jinên pakrewan Den^3iz Poyraz, Hevrîn Xelef hildan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.   Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: “Jinên têkoşer li dijî hemû rengên desthilatdariyê têkoşneke bê hempa didin meşandin. Li dijî têkoşîna jinan helbet êrîşên dijwar hene û ev jî bi destê dewletên ku naxwazin rol û misyona jinan qebûl bikin, tên meşandin. Bi hezarê sala ye jin li dijî vê zihniyetê têdikoşin û daxwaza azadiyê dikin. Dewleta tirk bi şêwazên pir hovana êrîşî vîna jinan dikin, têkildarî vê yekê bûyera êrîşê li ser avahiye HDP’ê ku di encama wê de jina xebatkar Denîz Poyraz tê de hate qetilkirin. Ev êrîşê pilankirîne û li dijî îradeya jinan têne bi kar anîn. Şerekî qirêj li dijî jinan heye û dewleta tirk serkêşiya plangeriya wê dike.    Armancên van êrîşan êdî diyar in, dixwazin bi hedefgirtina jinan civakê ji hev bixin û derbeyekê li destkeftiyên jinan bixin. Duh Hevrîn, Seda, Zehra, Hebûn û Emîne bûn, beriya wê li Parîsê Sakîne û hevalên wê bûn, vê carê jî nivîsgeha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz e. Dewleta tirk xeteriyeke mezin ser pêşeroja civakan dide avakirin, ji ber esasê bingihîn ê vê civakê tê hedef girtin. Siyaseta dewleta tirk li dijî jinan li hemû deveran yek e. Em weke Rêxistina Jin ya Kongreya Star li Kantona Hesekê bersiva me ya ji van êrîşan re, îsrar têkoşînê ye, bi sekneke xurt em ê ber xwe bidin û azadiya tevahî jinan mayinde bikin. Em bang li civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî  dikin rê li ber van êrîşan bigrin û dewleta tirk li ser van sûcan bê cezakirin.”   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.