'Divê Semîran serbet bê berdan' 2021-06-19 15:02:23   STENBOL - Parêzvanên mafê mirovan a Stenbolê daxuyanî dan û xwestin Semîran Erbag (33) ku bi mirinê re rûbirû mane werin berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî di hefteya 482’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbag (33) ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E tê ragirtin.   Endamê Komîsyonê Ferît Barût daxuyanî da û da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe û bi mirinê re rûbirû mane û divê pêvajoya pandemiyê de rewşa girtiyan girantir bûye. Ferît bal kişand ser rewşa Semîran Erbag ku 3 sal berê hatiye girtin û diyar kir ku gelek nexweşînên wê hene û ji ber nexweşîna dil dibe her kêlî krîza dil bike û malbat ji rewşa keça xwe bi fikar e. Ferît, xwest ku Semîrana nexweş û tevahiya girtiyên nexweş werin li tavilê werin berdan.