Ji bo Denîz Poyraz konê sersaxiyê hat danîn 2021-06-19 12:49:56   ÎZMÎR - Şîna Denîz Poyraz a di êrişa li dijî HDP’ê de hatibû qetilkirin, li Taxa Çîmentepe hat danîn.    Ji bo Denîz Poyraz a di êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibî qetilkirin, şîn hat danîn. Şîna Denîz Poyraz a duh hat definkirin, li Nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Çîmentepe Doga ya Navçeya Konak a Îzmîrê hat danîn. Di şînê de wêneyên Denîz û dowîzên “Em soz didin Denîz, em ê aştiyê bînin” hatin daliqandin. Dayika Denîzê Fehîme û bavê wê Abdulîlah Poyraz, parlamenter, hevserokên bajêr, rêveber û endamên HDP’ê sersaxiyan qebûl  dikin.   Welatî di saetên serê sibê de hatin cihê şînê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Hat diyarkirin ku Dayikên Aştiyê wê piştî nîvro serdana malbatê bikin û sersaxiyê ji malbatê re bixwazin.