Jinên li Îzmîrê: Em bi dil û can li vir in 2021-06-19 11:53:22   ÎZMÎR - Jinên ku duh tevlî merasîma cenazeya Denîz Poyraz a HDP'yî bûn bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Tu carî natirsin, de bi hev re bin û têkoşîna xwe bidomînin."   Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz di encama êrişa li hemberî avahiya HDP'ê de hat qetilkirin. Cenazeya Denîz duh li Goristana Kaynaklarê bi tevlîbûna bi hezar kesan bi dirûşmeyên "Şehît namirin" û "Denîzek diçe bi hezaran Denîz tên" hat definkirin. Jinên ku duh tevlî menasîma cenezeyê bûn ji ajansa me re axivîn.    Gulîstan Altun bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û li Kadîfekaleyê dijî diyar kir ku qetlîamên ku li hemberî kurdan tê kirin tu carî nayê jibîrkirin. Gulîstan wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku zarokan dikujin diyar in. Dema ku gundê me şewitandin, zarok, jinên ducanî, pîr û kalan jî qetilkirin. Ev qetlîam di navbera salên 1993 û 95'an de pêk hat. Ez biçûkbûm ez diçûm pola 5’an. 4 malên cîranên me, dema cîranên me li malê bûn hatin şewidandin. Dayik, bav û zarokan şewitandin. Çima? Ji ber ku kurd bûn. Ez hêj 10 salî bûm ji ber ku ez tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûm min lêdaneke dijwar xwar, hewl dan ku min bikujin. Em ê çawa wan tiştan ji bîr bikin gelo? Em tu carî ji bir nakin! Kesên ku Denîz qetilkirin heman kesin. Denîz jî bi heman sedemê hat qetilkirin."   Ruhdan Ulu ya HDP'yî jî êrişa li hemberî avahiya HDP'ê şermezar kir û got: "Li hemberî me hemûyan êriş pêk hat. Ez di vê baweriyê de me dê rojek faşîzim di bin hêstirên Fehîme û Abdulîllah Poyraz de bixeniqin. Em bi hers in. Me hevala xwe Denîz windakir. Lê wekî dayika Denîzê got 'Denîzek çû dê bi hezaran Denîz dê bên' Her wiha HDP jî gel e û gel li vir e."    Jinek din a ku tevlî merasîmê bû da zanî ku Denîz navê xwe ji Denîz Gezmîş girtiye û wiha bi lêv kir: "Yek diçe, lê bihezaran kes tên. Em natirsin. Em her tim bi hev re bin. Em ruh, dil û xwîna xwe li vir in."   Gulîzara ku nexwest paşnavê xwe bide diyar kir ku dê têkoşîn bidome û wiha axivî: "Em ê doza Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên xwe bidomînin. Êdî bes e! Li hemberî me neheqiyeke mezin heye. Em mafê xwe dixwazin."