Li Mexmûrê koma 93'yan greva birçîbûnê dewr girt 2021-06-19 10:24:57   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 93’yan dewir girt. Çalakî 184 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 184 roj in berdewam dike îro koma 93'yemîn dewr girt. Merasîma dewrg girtinê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Li ser navê koma 92’yemîn Qedrî Şîrîşeyî xêrhatina gel kir û got: "Di destpêkê de em ji malbata şehîd Denîz Poyraz re sersaxî di xwazin bi navê civaka hazir û wargeha Şehîd Rustem Cudî. Civaka kurd li beranberî zilmeke mezin têdikoşe. Ev tekoşÎn di her qada jiyanê de diyar dibe. Em jî weke gelê wargehê parçeyek ji vê tekoşîne ne. Tevger û gelê me di nava tekoşînek mezindene ‘pêngava dem dema azadi’yê ye. Dijminê me ji tu zimanan fêm nake, tevayî civaka me ya kurd beranberî zilmekî pir mezin re rûbirû ye. Beranberî zilmê em tucar serê xwe na tewînin û heya serkeftinê em ê vê tekoşînê bi meşînin. Daxwaza me jî ew e ku weke hemû civakê cihanê mafê me jî hebe û em di nava aramiyê de bijîn.   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Şehîd na mirin" û "Bimire îxanet" bi dawî bû.