'Divê ciwanên demokratîk hemû derkevin kolanan' 2021-06-19 10:00:28   ENQERE - Jinên HDP'yî têkildarî qetilkirina Deniz Poyraz ev bang kirin:"Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê mecbûr in derkevin derve û bînin ziman ew li gel HDP'ê ne. Çimkî cinayetên qirêj û polîtîk ên îro dest pê kirine dê sibehê dewam bike."   Di 17'ê Hezîranê de êriş li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê pêk hat û Deniz Poyraz hat qetilkirin. Bertekên li dijî êrişê mezin dibin. Gelek partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk peyama piştevaniyê ya bi HDP'ê re parve kirin. Welatiyan jî piştgiriya ji bo HDP'ê anîn ziman.    Bi hezaran welatiyên do li Kadifekaleyê beşdarî merasîma cenazeyê Denizê bûn dan zanîn ew ê li mîrateya Denizê xwedî derkevin. Siyasetmedarên HDP'ê jî bertekên xwe yên têkildarî êrişê anîn zima.    'HDP wekî gunahkar dikin hedef'   Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakize Sinemillioglu, da zanîn di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de jî tim hat xwestin provakasyon derkevin û tim gef dihat xwarin û wiha got:"Ev bûyerên diqewimin jî ji ber hedefnîşandana îktidar û Suleyman Soylu ye. Têkiliya mafya-dewletê çiqas derket pêş ewqas êrişî me kirin. Ji bo ewlehiya xwe HDP wekî gunahkar dikin hedef. Kujer destên xwe kil dike û dikeve rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê. Cama dişkîne hevala me ya jin dikuje û dawiyê agir bi avahiyê dixe. Tevî ku hevalên me agahiyê didin polîsan jî dîsa jî polîs dereng tên. Demeke dirêj hevalên me naxin hundur. Dibe ku ji ber çûyina xwînê ya zêde hevala me jiyana xwe ji dest da. Ev êrişana hemû bi zaneyî tên kirin. Em ê jî bi sekin têkoşîna xwe bidomînin."   'Muxalefeta herî mezin a li dijî sîstemê HDP ye'   Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu, da zanîn ew bi komjiyeke bi saw rû bi rû mane û wiha domand:"Berê jî êrişên organîzekirî yên li dijî partiya me hatin kirin. Me berê jî soza têkoşînê dabû hevalên xwe yên têkoşînê. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em dibînin ku qirêjiyên kesên dewletê bi rê ve dibin çawa derdikeve. Loma êrişên li ser me zêdetir dikin. Çimkî Muxalefeta herî mezin a li dijî sîstemê HDP ye. Ev êriş encama siyaseta qirêj a bi salan li Tirkiyeyê tê meşandin e."   'Ger em nebin yek em ê yek bi yek biçin'   Zumerya Akyon a HDP'yî ya bertek nîşanî êriş û komkujiyê da wiha got:"Îktidar dixwaz hikmê xwe li ser HDP û kurdan bike. Dewlet dixwaze li ser HDP'ê xwe bide jiyîn. Ger em nebin yek em ê yek bi yek biçin. Em dibêjin mirovatî û xwişk û biratî ew dibêjin na."