Bi hezaran kes di pêşengiya jinan de ber bi Goristanê ve dimeşin 2021-06-18 19:23:47   ÎZMÎR - Cenazeyê Denîz Poyraz piştî merasîma li Kadîfekaleyê di pêşengiya jinan de bi meşê ber bi Goristana Bucayê ve tê birin.    Cenazeyê Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Bucayê hat qetilkirin piştî merasîma li Kadîdekaleyê di pêşengiya jinan de bi meşê ber bi Goristana Bûcayê ve tê birin. Bi hezaran kesên tevli merasîmê bûn dowîzên, soza me ji Denîzê re heye, wê aştî bê", "Em hemû Denîz in em hemû HDP'yî ne" hilgirtin û dirûşmên "HDP gel e gel li vir e", "Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Girse li gel dowîzên destên xwe dem bi dem pêşiya TOMA'yan digire û şermezar dike.   Jinan Pêşengî kir   Ji girseya ku di meşe re jin pêşengiyê dikin. Niştecihên taxê jî bi dirûşm û bi çepikan piştgiriyê didin girseyê.    Bi hezaran kesên ku ji bo Denîzê oxir bikin tevli merasîma cenaze bûn bi otobusn ber bi Goristana Kaynaklar a Bucayê ve diçin.