DBP, KCD û HDP'ê li Dêrsîmê serdana STK'yan kirin 2021-06-18 18:27:03   DÊRSIM - DBP, KCD û HDP'ê di çarçoveya hevdîtina xwe ya li Dersimê ku wê di navbera 18-24'ê hezîranê de pêk bînin serdana Saziyên Civaka Sivîl (STK) kirin.   Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk(DBP)  Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurşat Yeşîl û Endama Meclîsa DBP'ê Zeynep Uren  di çarçoveya hevdîtina xwe ya ku wê  li Dersimê di navbera 18-24'ê hezîranê de pêk bînin serdana Saziyên Civaka Sivîl (STK) kirin.   Şandeyê di çarçoveya bernameya xwe de serdana Baroya Dêrsîmê, Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê, komeleya Pîr Sultan Abdal, Şaxa Egîtîm Senê ya Dêrsimê kir. Di serdanan de li ser pêvajoyê niqaş hatin kirin û li ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn û pirsgirêka kurd axivîn. Her wiha şandeyê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî binpêkirinên mafan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û peyama ku wê tecrîdê bişkînin dan.  l