Cenazeyê Denîzê ji aliyê jinan ve hat parastin 2021-06-18 18:10:27       ÎZMÎR - Jin ji bo flamaya kesk, sor û zer ya li ser cenazeyê Denîz Poyraz ne yê rakirin li dora cenaze bûn xelek û nehiştin ku flama bê rakirin.    Polîsan xwest flamaya kesk sor û zer ya li ser cenazeyê Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê duh hatibû qetilkirin rabikin. Li ser mudaxeleya polîsan gengêşî derket û hin kes ji dest xwe çûn.    Jinên li dora cenaze bi destên hev girtin û xelek çêkirin nehiştin ku mudaxeleyî flamaya li ser cenaze bê kirin.