Li Şirnexê çalakiya rûniştinê: Em ê têkoşîna Denîzê bidomînin 2021-06-18 17:36:27   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê ligel astengiya polîsan qetilkirina endama HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê têkoşîna Denîz Poyraz bidomînin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz de li Şirnexê daxuyaniyekê da. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran ÎmÎr û Hasan Ozgûneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.    Girseya ku tevlî daxuyaniyê bûn wêne û kordeleya reş bi xwe ve kirin û alên HDP’ê bilind kirin. Her wiha di daxuyaniyê de parkartên “Denîz Poyraz nemir e” û "HDP gel e û tim li ser piyan e" vekirin. Girseya ku li avahiya HDP’ê hatin gel hev, xwestin berbi Qada Omer Kabak ve bimeşin û rastî astengiya polîsan hatin. Hevseroka HDP’ê ya Şirnewê Sabuha Akdag daxuyaniyê xwend.   'Roj ne roja bêdengiyê ye'   Sabuha, di daxuyaniyê de anî ziman ku êrîşa li dijî avahiya wan hatiye kirin plankirî û encama îktîdara ku ji kaosê xwe ava dike ye û got ku hedef girtina partiya wan û êrîşa pêk hatiye netesadûfî ye. Sabuha, komkujiya ku pêk hat berhema bloga îktîdara AKP’ê ye û wiha domand: “Em 7’ê hezîranê ji bîr nakin. Kesên ku ji me re gotin ‘ev hîn rojên we yên xweş e’, bi planên xwe vî komkujiyê pêk anîn. Ev êrîşa ku li derve û li hindir tê meşandin encama dijminatiya li dijî kurdan e. Guleya ku li Denîz hat barandin, hem li dijî Gelê Kurd, hem li dijî siyaseta demokrasiyê û hem jî li dijî vîna HDP’ê hatiye barandin. Ji bo Denîz û rêhevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dan heta azadî û demokrasî neynin vî welatê em ê meşa xwe ya mafdar bimeşînin. Roj ne roja bêdengiyê ye. Li dijî faşîzmê divê em bên ligel hev û dengê xwe bilind bikin. Têkoşîn, biryar û daxwaza azadiyê ya Denîzan dê tu carî xilas nebe.”    'Werîn em bi hev re biguherînin...'   Parlamenter Hasan Ozgûneş jî destnîşan kir ku ew soz didin ku daxwaza xwe ya azadî, aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê pêk bînin û wiha bi lêv kir: "Tirkiyê naxwaze ku demokrasî û azadî ava bibe û ji ber vî yekê berê xwe dane demên Osmaniyê. Îktîdar xwedî zihniyetek gelek paşveye ku zarok û birayên xwe dikûje. Lê li dijî vî jî Tirkiye îro hîn bi hêz dijî. Bi darbeyan xwe da nîşandan. Em vî ji darbeyên salên 61, 80 û 90’î dizanin. Em ji OHAL û darbeyên wan dizanin. Kesên ku wateya demokrasî û diyalogan jiyandin, wateya azadiyê û biratiyê jiyandin nizanin bi çekan ser me ve tên. Me di meclîsê de vî got, kesên ku zarokên xwe qetildikin, ne zihniyeta demê ne. Zihniyeta darbeyan ku jinan, mafan û kedê tune dihesibîne faşîst e. Me ji wan re got werin bigûherin û bila Tirkiye bigihîje demokrasiyê.”   'Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin'   Herî dawiyê parlamenter Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku ev êrîş tu carî bi dawî nabin û wiha got: "Beriya her tiştî em wek jinên kurd ji ber vî êrîşê gelek xemgînin. Hemû kes jî baş dizane ku kujerê Denîz Poyraz kî ye. Em gelek baş dizanin ku dixwazin çi peyamê bidin me. Lê belê Denîzekê biçe, dê hezaran Denîz bên û biherikin li her deverê welat. Tu kes nikare bayê kurdan bide sekinandin. Li dijî vî komkûjiê em ê hêrsa xwe rêxistin bikin. Em soz didin ku têkoşîn û berxwedana hevalên xwe em ê bidomînin. Agirê ku di bin demokrasiyê de hatiye pêxistin ne bi tenê me li hemû kesan bişewitîne.”   Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “Denîz heval nemir e” hatin berzkirin û piştre dest bi çaklakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana HDP’ê” bi dawî bû.