Li gelek deveran qetilkirina Denîzê hat şermezarkirin 2021-06-18 17:32:31   NAVENDA NÛÇEYAN  Li gelek bajaran qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat gotin: “Em aciz in û bi hêrsin. Lê wê ev tengasî bibe firehî. Denîzek çû wê bi hezaran denî bên.”   Hêrs û bertekên li dijî qetilkirina Denîz Poyraz her ku diçe zêde dibin. Denîz Poyraz duh di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Denîzê bi daxuyanî û meşan hat şermezar kirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em ê bêdeng namînin, netirsin û îtaet nekin.”     Agirî    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Agiriyê û navçeyên xwe jî bi meşekê qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Di meşê de dirûşm hatin berz kirin û meş li ber avahiya HDP’ê bi dawî bû.     Xerpêt   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê ya Xarpêt jî têkildarî êrişî daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Veysî Saritag anî ziman ku li ser daxuyaniyên îqtidarê ev êriş pêk tên.    Mêrsîn    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê protesto kir. Daxuyanî li Parka Zarokên Azad pêk hat û gelek kes beşdar bû. Di daxuyaniyê de hat gotin êriş encama siyaseta îqtidarê ye û roj roja hev girtinê ye ku li dijî faşîzmê derkevin. Di daxuyaniyê de hat gotin divê Wezîrê Karên Navxweyî ji ber êrişê li tavilê îstîfa bike.    Hatay    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îsekndûrana Hatayê jî qetilkirina Poyraz şeremzar kir Û hat gotin ku Denîz Poyraz rûmeta wan e.    Osmaniye   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Osmaniye jî êriş hat şeremzarkirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevgirtî hat kirin.    Riha   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî daxuyanî da û êrişa li dijî HDP’ê û qetilkirina Poyraz şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ne yek kes e û gelek kes hene.    Semsur   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê û navçeyên xwe jî êriş şermezar kirin. Hevseroka Bajêr Zelîha Karinca daxuyanî da û roj roja xwedî derketina HDP’ê ye û hesab pirsîna ji AKP’ê ye.    Kolik   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kolika Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku HDP gel e, gel bêdeng nabe û Denîz nemirin.    Dîlok   Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî da, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirina Denîzê dan. Hevseroka HDP’a Bajêr Songul Koçdag daxuyanî da.     Êlih   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên xwe Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kesan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu got îqtidar li dijî partiya wan dijminatiyê dike.    Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku Denîz Poyraz bi awayek oranezîkirî hatiye qetilkirin û ew ê qatilan û yên ferman dane derxin holê.    Bismil    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bismila Amedê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.