Platforma Jinan a Dêrsimê têkildarî Peymana Stenbolê daxuyanî da 2021-06-18 17:04:53   DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsimê têkildarî Peymana Stenbolê û qetîlkirina Denîz Poyrazê daxuyaniyek da û diyar kirin ku dê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.    Platforma Jinan a Dêrsimê derbarê Peymana Stenbolê û qetîlkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz de, li Qada Seyîd Rizayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Jinan pankarta "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" vekirin. Her wiha dovîzên "Wê edaleta jinan pêymanê pêk bîne" , "Em dev ji maf û jiyanê xwe bernadin", "Peymana Stenbolê dide jiyandin" û wêneyen Denîz Poyraz rakirin. Li ser navê platformê Hevseroka HDP’ê ya Dêrsîmê Nûrşat Yeşîl daxuyanî da.    Nurşat, diyar kir ku heke Peymana Stenbolê bihata pratîzekirin dê ewqas jin nehatina qetîl kirin û wiha axivî: "Di vê pevajoyê de feshkirina Peymanê Stenbolê tê wateya zêdeyiya qetîl kirina jinan e. Hedef girtina Peymana Stenbolê ya ji aliyê desthîlatdarê, hedef girtina wehekhêviya civakê ye. Bi vê helwestê dixwazin jinê bi malê ve bi sînor bikin û bi hişmendiya xwe ya yekperestiyê biteyîsînin li ser hemû qadên civakê.   Em wek Platforma Jinan a Dêrsîmê, destnîşan dikin ku dev ji maf, jiyan û têkoşîna xwe bernadin. Em bang dikin ku divê hemû kes li malên xwe, li kar û kolanan de dengê xwe li dijî tundiyê berz bikin û xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Divê desthîlatdar demildest Peymana Stenbolê bixe meriyetê."