Cenazeyê Denizê birin mala wê ya li Kadîfekaleyê 2021-06-18 16:27:43     ÎZMÎR - Cenazeyê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkriin ji muduriyeta goristanan girtin û birin mala wê ya li Kadîfekaleyê.   Malbata Denîz Poyraz a ku di encama êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, xizmên wê û rayedarên partiyê, ji bo ku cenaze bigirin çûn Muduriyeta Goristanan a li Konakê. Malbata Denizê li ser cenazeyê wê lorand.    Dayika Denîzê li ser cenazeyê wê lorand   Fehîme Poyraz a ku li Muduriyeta Goristanan ji keça xwe re lorand got, "Çi îşkence li keça min kriin, bila ew jî bibînin. Çawa dilê min şewitî bila yê dayika wî jî bişewite.Denîz namirin. Denîzek çû wê bi hezaran denîz bên. Xwedê bela te bide û tu dermanê wê nebînî."   Cenaze birin mala wê ya Kadîfekaleyê   Cenazeyê Denizê ku ji aliyê jinan ve hat hilgiritn bi dirûşm, lîlandin û çepikan birin malamalbatê ya li Kadîfekaleyê. Cenaze piştî nimêja li Mizgefta Kadîfekaleyê saet di 17.00'an de wê bi merasîmekê li Goristana Kaynaklar a Bucayê bê definkirin.