'Axaftina dayika Denizê ji bo me soz û Peyman e' 2021-06-18 15:40:57     AMED - Li Amedê derbarê qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê Îzîmîrê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Axaftina dayika Denîzê ya 'Denîzek biçe wê bi hezaran denîz bên ' ji bo me soz û peyman e."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, derbarê qetilkirina Denîz Poyraz a ji aliyê Onur Gencer ve li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê li Qada Şêx Saît (Deriyê Çiyê) daxuyanî da. Di daxuyaniya hat dyîn de rêxistinA Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a HDP'ê , Parlamenterê HDP'ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Hevrê Denîz bê mirin e", "Kujeran neparêzin darizînin" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin  û pankarta bi nivîsa  "Faşîzmê îro jiyana ciwanekê bi dawî kir, di kîn û nefreta me de bifetisin" hat daliqandin.    'Êrîş bûne ji rêzê'   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Yusuf Acar axivî û got, "Hedefa sereke ya AKP û MHP'ê ciwanên têkoşer ku ji bo civak û demokrasiyê têkoşînê didin e. Ji ber vê têkoşîna ku em didin meclisa me her dem dibe hedefa êrîşan. Ev êrîş êdî bûne ji rêzê û hemû xebatên me tên îlegalîzekirin. Heta roja îro bi sedan hevalên me hatine binçavkirin û girtin. 4 Hevalên me yên endamên meclisa me bi awayê bêhiqûqî hatin binçavkirin. Gelek hevalên me hatin revandin  û sîxurî li wan hat ferzkirin. Em ji vir bang dikin û dibêjin hevalên me serbest berdin."   Yusuf wiha dawî li axafitna xwe anî, "Herî dawî li Îzmîrê Denîz Poyraz hat qetilkirin.  Dayika Denizê got, 'Denîzek diçe bi hezaran Denîz tên'. Ev axaftina dayika Denîzê ji bo me soz û peyman e. Em ê ji kujeran hesap biprsin."   'Avahiyên me yên bajar û navçeya kirin hedef'   Piştre parlamentera HDP'ê Pero Dundar axivî û ev tişt got, "Hevalên me hatin revandin, binçavkirin û derbarê wan de doz hatin vekirin. Ji vê armanc dûrxistina ciwanan ji têkoşînê ye. Duh tişta li Îzmîrê pêk hat ji van ne serbixwe ne. Avahiyên partiya me ên bajar û navçeyan di hedefê de ne. Çapemeniyê hedef nîşan de û ev pilan ji zû ve ye tê kirin. Kê ferman daye ji wêneyên wan diyar e. Em qetilkrina Denizê tu carî efû nakriin."   Daxuyanî bi dirûşma, "HDP gel e gel li vir e" bi dawî bû.