Leyla Guven: Em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişkînin 2021-06-18 09:25:53   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji girtîgeha lê girtîye bi nameyekê bang li gel kir û wiha got:"Heger em ji hundur hûn jî ji derve dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişkînin. Em ê azadiyê pêk bînin."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a parlamenteriya wê hat xistin û 22 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê yên di roja 204'emîn de nameyek parve kir.    Leyla ya li Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê girtîye wiha got:   "Gelê me yê bi nirx û qîmet   Di destpêkê de ji diyarê Mazlûm Dogan ê Kawayê Nûjen, ji zindana Xarpêtê ya jina gewre ya Dêrsimê Sakîne cara yekem lê hat girtin ez bi rêzdarî û bi hezkirin we silav dikim. Ez bi rêzdarî ji destên jinên ev nêzî 50 salî ye bê navber serî hildidin û di vê rêyê de bi comerdî nirxên xwe yên giranbiha feda dikin, silav dikim û ji destên wan maç dikim.    Dixwazin meseleya kurd kûr bikin   Dayikên rêzdar ger ji bo siberojên azad berdêl tê xwestin we ev berdêla bi zêdayî da. Lê diyar e ev berdêla ji bo muktediran têr nekiriye. Nexwe lêgerîna Dayika Berfo ya ji bo hestiyên zarokê xwe, qêrîna Dayika Sakine Arat a di nava hovîtiya zindanê Amedê de, dayika ji ber bi kurdî nizanîbû tim ji zarokê xwe re digot 'Kamber Ateş nasilsin', şandina hestiyên lawê Dayika Halîse ya bi kargoyê, qêrîna Emîne Şenyaşar têr nekiriye ku îro hîn ji me berdêlê dixwazin. Îktidara faşîst a AKP-MHP'ê êşa Dayikên Amedê sûîstimal dike. Dixwazin meseleya kurd kûr bikin. Ew çiqasî di warê neçareseriyê de israr bikin em ê jî ewqa mezin bibin, hêza me wê mezintir bibe. Em birînên xwe dipêçin û rêya xwe didomînin. Çimkî em dizanin di dawiya vê rêyê de jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azad a jin pêşengiya wê dike wê li hêviya me be.   Gelê me yê bi qîmet   Hûn jî dizanin li her derê kurd dijîn hemleya "Niha Dema Azadiyê ye" didome. Kurd û dostên kurdan daxwazên me li qadan tînin ziman. Ew tînin ziman 50 milyon kurd bê statu tên hiştin û ew êdî vê rewşê qebûl nakin. Ew li muxatabekî digerin lê li hemberî xwe cidiyeta dewletê nabînin. Ji kûrkirina meseleya kurd ne Birêz Ocalan kesên bi van pirsgirêkan xwe xwedî dikin berpirs in. Hemleya bi daxwazan hatiye destpêkirin bi biryariyeke mezin didome. Di vê çarçoveyê de li girtîgehan bi deh hezaran girtiyî gotin 'Dem dema azadiyê ye' û di 27'ê Mijdara 2020'î de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.    Gelê kurd lehengê xwe ji bîr nekiriye   Hûn jî dizanin zindanan di dîroka têkoşînê de her berpirsiyariya xwe bi awayekî fedakarî bi cih aniye. Loma gelê kurd Mazlûm Dogan, Rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê, S.Cansiz, Zulkurf, Ayten ji bîr nekiriye. Li van zindanên girtî bi wêrekî bi ser mirinê de diçin tu derfeta girtiyan a ji derveyî bedena wan tune ye. Yê ku wê dengê li derve bidin bihîstin hûn gel in. Em faşîzma li derve ya we dorpêç kiriye dizanin. Lê em dizanin we di nava salan de çi asteng û dorpêç derbas kirine.    Em dengê xwe bilind bikin em ê azad bibin   Tu tiştekî dikare li dijî hêza gel bisekine hîn nehatiye îcatkirin. Çimkî gel hêza xwe dema daxwazên xwe bikaribin rewa bikin digirin. Loma hilma me ya derve hûn in. Di vê mijarê de em heta dawiyê baweriya xwe bi we tînin. Heger em ji hundur hûn jî ji derve dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişkînin. Em ê azadiyê pêk bînin. Em bang dikin ku gelê me xwedî li serhildana li zindanan derkeve."   Li ser navê girtiyên jin ên Xarpêtê Leyla Guven"